Gumanbarê hewl da Çîgdemê bikuje, 7 meh in nehatiye girtin

  • 09:06 23 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
 
Hîkmet Tunç
 
WAN - Gumanbar Sînan Ergîn ku hewl da Çîgdem Ergîn qetil bike û bû sedema felçbûna wê, 7 meh in nehatiye girtin. Çîgdemê berteka "Yên ez mahkûmê erdê kirim, bila cezayê xwe bikşînin" da.
 
Li navçeya Artemitê ya Wanê di 24’ê Nîsanê de Çîgdem  Ergîn (23) ji qatê sêyemîn a avahiya ku tê de mala wê heye, bi guman ket û bi giranî birîndar bû. Çîgdemê li nexweşxaneyê hat dermankirin û der barê bûyerê de hevjînê wê Sînan Ergîn piştî îfadeyê bi kontrola edlî hat berdan. Bûyer jî wek ‘teşebusa întîxarê’ derbasî qeydan bû.  Çîgdemê ya li Nexweşxana Lêkolînê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê dihat dermankirin, di îfadeya ku da de diya kir ku hevjînê wê hewl daye wê qetil bike û gilî kir.
 
Rûniştina yekem di 1’ê Sibata 2022’an de ye
 
Li ser îfadeya Çîgdemê ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Wanê ve derbarê Sînan Ergîn ve ji sûcê ‘ji qestî hewldana kuştinê’ bi daxwaza heta 20 sal ceza îdianame hat amadekirin. Îdianame ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hat qebûlkirin. Yekemîn rûniştin di 1’ê Sibata 2022’an de wê bê dîtin.
 
‘Min hişê xwe winda kir’
 
Çîgdemê ya ji ber ketinê di bedena wê de xesar çêbûn û felç bû, di 16 salî de bi Sinan Ergîn re tê zewicandin. Çîgdem ku 6 sal in zewicandiye, ji aliyê Sînan Ergîn ve rastî şîdeta psîkolojîk hatiye û der barê roja bûyerê de jî axivî.
 
‘Yên ez mahkûmê nivînan kirim hatin berdan’
 
Çîgdemê bi lêv kir ku ji bo rojbûna zarokê xwe çûbû dan û standinê û wiha got: “Hevjînê min piştre hat malê. Gelek bi hêrs bû. Min got çima bi hêrs î. Heqeret li min kir.” Çîgdemê bi lêv kir ku bi şîdeta ku Sînan Ergîn li wê kiriye, ji ser hişê xwe çûye û piştî hatiye ser hişê xwe, ji malbatê re gotiye we der barê Sînan de gilî kiriye an na û gotiye ku wê întîxar nekiriye. Çîgdemê wiha dirêjî dayê: “Roja bûyerê Sînan hewl da min bikuje. Piştî bûyerê min gilî kir. Lê kesê ez mahkumê nivînan kirim serbest e. Ez dixwazim edalet pêk bê. Bila cezayê xwe bikşîne.”
 
Ji TJA û HDP’ê serdana piştevaniyê
 
Aktîvîstên TJA û parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan ji bo piştevaniyê çû serdana Çîgdemê û bal kişandin ser polîtîkayên bêcezahiştinê û got wê şopdarê bûyerê bin.