‘Divê hemû welatên misliman destkeftiyên jinan qezenc bikin’

  • 09:09 21 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Siyasetmedar Fatma Bostan Unsal der barê serdana endamên Talîban a Tirkiyeyê de nirxandin kir û got: “Pêşwazîkirina Talîban a li Tirkiyeyê ya di nava şerdên wekhev de mirov dixe nava gumanan. Gelo Tirkiye jî wek Talîban rê li ber vê ferasetê vedike? Ev gumanan ava dike. Divê ev guman bên bihîstin.”
 
Piştî vekişîna leşkerên DYA’yê Talîban rêveberiya Afganîstanê desteser kir û hema qezencên jinan hedef girt. Hem li cîhanê hem li Afganîstanê ev rastî bertekê jinan hatin lê bêdengiya qada navneteweyî ya li hember Talîban didome. Wekîlê Wezîrê Karê derve û 31 endamên Talîban di 14’ê Tîrmehê de hatin Tirkiyeyê. Ev serdana Talîban ji aliyê jinan ve rastî bertekê hat. Desthilatdariyê ev serdana Talîban qebûl kir.
 
Siyasetmedar û aktîvîsta mafê mirovan Fatma Bostan Undal, der barê hatina Talîban a Tirkiyeyê de nirxandin kir.
 
‘Divê hemû welatên misliman destkeftiyên jinan qezenc bikin’
 
Fatmayê bertek nîşanê desteserkirina Afganîstanê da û jinên Êzidî yên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin firotin û jinên di şerê Bosnayê de rastî tecawizê hatin, mînak nîşan da û got: “Ev hemû li ser navê îslamê tên kirin. Divê musliman bertek nîşanê vê bidin. Wê demê deng derneket, niha Talîban bi tiştên dike gumanan ava dike. Divê muslimanan di vê mijarê de bangek bikira. Dikare pêşî lê bê girtin. Miftiyê berê yê Bosnayê wê demê gotibû ‘Hûn li gorî îslamê nikarin bêjin em jinan azad berdidin. Ger ku îslam îro destkeftiyên me piştguh bike, wê demê ew îslama me ye. Îslama gerdunî ne ev e.’ Ev hişyariyek rast bû. Ji ber vê divê hemû destkeftiyên gerdunî yên der barê jinan de ji aliyê Talîban û hemû welatên Misliman ve bê nasîn.”
 
‘Em dikarin ji vê re bêjin Îslama DAIŞ’ê’
 
Fatmayê destnîşan kir ku ji 31 endamên Talîban 11 heb di lîsta terorîst a NY’ê de cih digirin û wiha pê de çû: “Ne tenê di gotinê de ne.  Hewce bi mekanîzmayeke ku kontrolkirinê heye. Tirkiye jî rayeya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) qebûl dike. Jixwe Peymana Mafê Mirovan îmze kiriye. Di cîhana îslamê de hewce bi sazî û peymanên hiqûqî yên wisa hene. Divê Teşkîlata Hevkariya Îslamî di vê mijarê de bixebite. Divê hem di warê mafê mirovan de hem di mafê jinan de bixebite. Berovajî vê gilîkirina îslamofobiyê bê wate ye. Her kes ji îslama wisa ditirse. Em dikarin ji vê re bêjin îslama DAIŞ’ê.” 
 
‘Her mirov dizane ku li hember jinê çawa tev bigere’
 
Fatmayê daxuyakirin ku divê peymanên DMME û PMME’ê ji bo cîhana îslamî jî bê avakirin û Tirkiye ancax bi vî awayî dikare Talîban nas bike û got: “Bidawîbûna şer baş e, lê ger jin rastî rewşeke nebaş bên, wê hemû jin û gel nerehet bibin. Talîban dibêje ‘leşkerên me dizanin ku çawa li hember jinan tev bigerin’. Ger bixwe re qusur dibîne bila Talîban xwe perwerde bike, çima nizane li hember jinê çawa tev bigere. Em ji Hz. Yusuf dizanin ku çawa li hember jinê tev digere. Divê her kes bizanibe li hember jinê çawa tev bigere. Ev di Kuranê de jî wisa ye.”
 
‘Em dibêjin îslamek çawa?’
 
Fatmayê balkişand ser Peymana Stenbolê û got bi yek dengî li Meclîsê hatibû qebûlkirin lê bi biryarnameya serokomar hatiye feshkirin û ev tişt daxuyand: “Ger ku berê civînek bihata kirin, peyman û sazî bihata avakirin wê rewşeke hîn bêtir rewa hebûna. Hinek jinan welat terk kirin. Mirovên ji balafirê ketin hebûn. Ev ji bo Taliban rewşek şerm e. Divê hemû musliman vê bifikirin. Em îslamek çawa dixwazin?Em di esasê de li ola xwe neheqiyek mezin dikin. Em bi bêdengiyê wisa dikin. Ji bo hemû welatan tê pêşniyarkirin ku bi kesên wek terorîst tên binavkirin pêvajoya aştiyê bê avakirin. Divê Tirkiye jî ji bo aştiyê deriyên xwe vekirî bihêle.”
 
‘Serokê diyanetê siyasetê tayîn dike’
 
Fatmayê destnîşan kir ku di demên dawî de derketina pêş a wezareta karê diyanetê konjonkturel e û ev tişt daxuyand: “Serokê diyanetê her tim siyasetê tayîn dike. Xebatkar jî memûr in. Di pozîsyoneke vekirî ya ji bandora deshtilatdariya siyasî ye. Em di pratîkê de jî dizanin. Di 28’ê Sibatê de turban qedexe bû. Divê diyanetê wisa îfade nekiriba. Xizaniyê gilî dikin. Diyanet dibêje ‘Em ê li bihuştê bi heybet li xizanan binêrin.’ Rewşa heyî bi van gotinan rewa dikin.” 
 
Fatmayê di dawiyê de anî ziman ku zimanê desthilatdariyê zimanekî ku wekheviya jin û mêr nas nake ye û jin di plana duyem de ne.