Dayika Aştiyê: Ne teslimiyet aştiyê dixwazin

  • 09:03 16 Gulan 2026
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Dayika Aştiyê Afîfe Kartal a li Enqereyê di hevdîtinên bi partiyê siyasî re cih girt wiha got: “Em ji bo aştî û wekheviyê çûn Enqereyê. Me got destê aştiyê dirêj bikin. Wan jî got em destê we vala naşînin. Em naxwazin xwîn birêje. Divê em dayikên leşker, gerîla û polîsan bên gel hev. Ku der dibe bila bibe em ji bo aştiyê amade ne.”
 
Dayikên Aştiyê di rojên borî de li Enqereyê bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Ji Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butun di heyetêde cih girtin. Heyetê di hevdîtinên bi partiyên siyasî re bendewariyên xwe anîn ziman û der barê pêvajoyê de xwestin her kes berpirsyariyê bigirin ser xwe. Dayika aştiyê Afîfe Kardal ya di heyetê de cih digirt der barê hevdîtina de axivî.
 
‘Em ji bo aştî û wekheviyê çûn Enqereyê’
 
Afîfe Kartal daxuyakirin ku çarçoveya pêvajoya didome de çûne Enqereyê û wiha axivî: “Em ji bo aştî û wekheviyê çûn Enqereyê. Me got destê aştiyê dirêj bikin. Birêz Ocalan gavek avêt û got ‘Bila aştî pêk bê’. Devlet Bahçelî got bila aştî pêk bê. Dewlet gavê navêje. Em aştiyê dixwazin. Em li Enqereyê bi Kurdî axivîn. Em baş hatin pêşwazîkirin. Me hestên xwe vegotin. Me laçikên spî diyariyên wan kirin.  Em êdî şer naxwazin. Bila êdî cenazeyên zarokên Kurdan û Tirkan neyên. Mi cenazeya keça xwe bi destê xwe kom kir. Dema me defin kir min got bila bibe wesîleya aştiyê. Bila dayik rondikan nebarînin. Me ji bo hevdîtina Îmraliyê serî li wezareta dadê da. Niha em li endê peyama partiyên siyasî ne. Em hêvîdarin peyama aştî û aramiyê bê.”
 
Ji bo aştiyê bên gel hev
 
Afîfe Kartal di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew heta dawî li pey aştiyê ne û wiha bi lêv kir: “Bila deriyên girtîgehan bên vekirin. Înfazan dişewitînin. Ev ne aştiye. Dema leşker jiyana xwe ji dest didin dewleta Tirk dibêje bila welat sax be. Kezeba me dişewite ez welat çi bikim? Kezeba min dilê min birîndar e. Me xwest dayikên polîs û leşkeran bên em li gel hev runin û biaxivin. Ku derê dibe bila bibe werin em ji bo aştiyê bên gel hev û runin, biaxivin. Bila pêvajo xweş derbas bibe û aştî bê.”
 
Em ne teslîmiyetê aştiyê dixwazin
 
Afîfe Kartal  di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Bila Birêz Ocalan bê berdan. Bila li ser maseyê rune û ew jî ji bo gelê xwe siyasetê bike. 60-70 mîlyon Kurd li pişta wî ne. Kurd çawa ji bo maça Amedê rabûn ser piyan bila ji bo aştiyê jî rabin ser piyan û dest bidin hev. Em bang dikin, bila êdî gav bê avêtin, bila nebêjin ‘Bila gerîla bên teslîm bibin’. Em ne teslimiyetê em aştiyê dixwazin.”