Li Wanê bi sedan kes ji bo statuya Kurdî meşiyan

  • 15:40 15 Gulan 2026
  • Çand û Huner
 
WAN-Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî meşek li dar xistin û peyama xwedîderketina Kurdî dan.
 
Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ber Gunpaş AVM’ê ya navçeya Rêya Armûşê heta parka Mûsa Anter meşek li dar xistin û dû re daxuyaniyek dan. Girseyê di meşê de pankarta “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” vekirin û lolîlopên “Dem dema Kurdî ye”, “ Kurdî hîn bibe siberojê ronî bike”, “Zimanê me welatê me ye” hwd. hatin hilgirtin. Girseyê bi dirûşmêyên “Bê Kurdî jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Kurdî” û “Statuya Kurdî mafê me ye” meşiyan û statuya Kurdî xwestin. Gelek Kurdîhez tev li meş û daxuyaniyê bûn.
 
‘Zimanê Tirkî li ser zarokên Kurd tê ferzkirin’
 
Piştî meşê li Parka Mûsa Anter daxuyanî hat dayîn. Rêveberê KURDÎGEH’ê Alî Ataman metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku weke tê zanîn ji sed salan zêdetir e di encama hişmendiya dewletê ya tirkperestiyê de, bi awayên cuda li ser ziman, çand û nasnameya kurdî bişaftin, zext, zor û pekûtiyên cur bi cur tên meşandin. Alî Ataman anî ziman ku di sedsala 21emîn de, hê jî li ser Kurdan, bi taybetî li ser milyonan zarokên Kurd polîtîkayên bişaftinê bi awayekî hovane tên meşandin û got: “Zimanê Tirkî û Tirkîtî li ser Kurdan û zarokên Kurd tê ferzkirin, zarokên Kurd bi perwerdehiya bi Tirkî tên bişaftin û helandin. Di encamê vê yekê de, bi milyonan zarokên Kurd ji ziman, çand û nasnameya xwe dûr ketine û hê jî dûr dikevin. Li gor peyman û pîvanên navneteweyî, ev pêkanînên bişaftinê sûcekî giran ê li dijî mirovahiyê ne.”
 
 ‘Pêvajoyê nîqaşên li ser Kurdî anî merxeleyeke nû’
 
Alî Ataman bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û ev tişt got: “Neteweya Kurd herî dawî, bi banga Rêber Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ wekî hemû nîqaşên li ser civakê yên din, nîqaşên pêşîlêvekirina astengiyên li pêşiya azadî, statu û perwerdehiya bi zimanê Kurdî, têkoşîn û xebatên ji bo Kurdî yên civakî gihandin merheleyeke nû. Asta hewldan û xwedîlêderketina li Kurdî xurt kir.  Divê em bi taybetî destnîşan bikin ku banga Rêber Abdullah Ocalan di heman demê de bûye sedema zindîkirina giyanê neteweyî û civakeke azadîxwaz, aştiparêz û demokratîk. Biserxistina têkoşîna vê pêvajoyê dê rê li ber mîsogerkirina nasname, xwebûn, statu, mafê siyasî û hiqûqî veke. Ji bo pêkhatina van jî em ê di asta herî bilind de xwedî li banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derkevin, têkoşîna xwe ya ji bo pêşvebirin û xurtkirina zimanê Kurdî ji her demê zêdetir berfireh bikin.”
 
‘Statuya Ocalan statuya Kurdî ye’
 
Piştre hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay mafê axaftinê girt û Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. Gonul Ûzûnay anî ziman ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşbikeve divê statuya zimanê Kurdî bê qebûlkirin û got: “Em 15’ê Gulanê li rewşenbîr, dayik, dengbêj û şehîdan pîroz dikin. Divê mafê zimanê dayikê di zagonan de bê qebûlkirin. Gelê Kurd bi salan e dibêje ku azadiya çand, ziman û nasnameya wan bi azadiya Rêber Ocalan ve girêdayî ye. Li ser vê yekê divê statuya azadiya Rêber Ocalan were diyarkirin û li gel vê divê statuya zimanê Kurdî jî bê pêkanîn.”