Li qada xwezayê ferzkirina JES'ê
- 12:49 14 Gulan 2026
- Ekolojî
MÛŞ - Şîrketa ku ji bo projeya JES’ê ya li Gimgimê destûr jê re hate dayin, daxwaza walîtiya destûr dabûyê ya têkildarî keşfa cihê projeyê nas nekir.
Çalakiya nobetê ya şêniyên gund û ekolojîstan a li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku tê payin li gundê Xwarikê yê navçeya Gimgim a Mûşê were çêkirin û bandorê li 16 gundan bike daye destpêkirin, di roja 12’an de didome. Serokatiya Komîsyona Bajar a Walîtiya Mûşê, beriya niha ji bo projeya JES’ê ya Şîrketa Anonîm a Hilberandina Enerjiyê ya IGNIS H2’yê destûr dabû. Piştî vê biryara erêkirinê, şîrketê tevî nerazîbûn û çalakiyan jî biryara da ku di 20’ê Gulanê de sondaja ewil deyne. Lêbelê welatiyan ji bo sekinandina projeyê serî li Dadgeha Îdare ya Çewligê dabû.
Parêzerê gundiyan Bariş Yildirim têkildarî pêvajoya hiqûqî agahî da. Yildirim, da zanîn ku Midûriyeta Bajar a Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ku di bin sîwana walîtiyê de dixebite, têkildarî projeya tê xwestin were çêkirin ji şîrketan re nivîs şandiye. Yildirim, got ku midûriyetê tespîta “proje di nava qada xwezayî ya girîng de cih digire” kiriye û ji şîrketê xwestiye ku têkildarî mijarê serî li zanîngehê bide, li beşên behsa xeberê keşfê bike û agahiyan bide. Yildirim, got şîrketê pêwîstiyên nivîsê bicih ne aniye û wan jî belgeyên têkildarî vê mijarê bi dadgehê re parve kirine.







