Lêpirsîna Gulîstan Doku: Kiryar ji operasyonê agahdar bûn
- 09:08 16 Gulan 2026
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Di lêpirsîna Gulîstan Doku de îfadeyên kiryaran nîşan dide ku bi mehan berê ji operasyonê agahdar bûne û bi amadekarî tevgeriyane, delîl reş kirine.
Xwendekara zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku 6 sal berê winda bû. Di ve pêvajoyê de di lêpirsînê de tu pêşketin nehat jiyîn û herî dawî di meha Nîsanê de binçavkirin û girtin hatin jiyîn. 17 kes hatin binçavkirin û 12 jê hat girtin. Piştî vê di îfadeyan de jî derket holê ku delîl çawa hatine reşkirin. Ji bo rastiyên der barê Gulîstan Doku de dernekevin holê waliyê demî Tuncay Saonel hemû derfetên dewletê bikaraniye. Me der barê paqijkirina daneyên qerta SÎM’ê ya Gulîstan Doku, paqijkirina dîmenên kamereyan û gelek delîlên din yên hatine reşkirin de nûçe çêkirin. Em dikarin bêjin ku dewlet di serî de li Dêrsîmê û hemû Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet çawa pêk tîne.
Îfadeyên reşkirina delîlên der barê bûyera Gulîstan Doku de derketin holê û me xwe gîhand îfadeyên Ugurcan Açikgoz, Ferhat Guven û Savaş Gulturk ên di dosyayê de gumanbar in.
‘Tuncal Sonel du meh berê li min geriya’
Ferhat Guven di îfadeya li dozgeriyê de wiha dibêje: “Tuncal Sonel 6 meh berê li min geriya. Der barê nûçeya Gulîstan Doku ya di çapemeniya civakî de derketiye xwest ez şahidiyê bikim. Ez çûm Edliyeyê û lê min wek şahid îfade neda. Piştre du meh berê sibata 2026’an de dîsa li min geriya û got tevli dadgehê bibe. Piştre ez li Tuncal Sonel geriya min got min îfade daye. Dema kesek ji WhatsAppê li min bigere ez jî ji wir digerim. Ji ber vê hevdîtinên xwe ji ser WhatsAppê dikim.”
Her wiha Ferhat Guven got ji aliyê Tuncal Sonel ve dihat hezkirin ji ber vê di bin bana walîtiyê de ketiye kar. Her wiha diyar dike ku piştî windabûna Gulîstan Doku, li ser daxwaza Tuncal Sonel bi malbata Gulîstan Doku re eleqeder bûye.
Bi destê dewletê çetebûn
Dema mirov li îfadeyan dinêrin tê dîtin ku piştî windabûna Gulîstanê malbat tê Dêrsîmê û Tuncay Sonel ji bo kesek bi malbatê re hevdîtinê neke ji çapemeniyê hatiye dûrxistin. Ev tiştên hatine kirin çetebûneke organîzekirî ya bi destê dewletê hatiye kirin, nîşan dide.
Beriya lêpirsînê agahî tên girtin!
Savaş Gulturk yê li zanîngehê peywirdarê ewlehiyê bû û bi tedbîra kontrola edlî hat berdan, got Suleyman Onal li wî geriyaye û got: “Suleyman Onal li min geriya. Got ‘bûyera Gulîstan Doku ji nûve lêkolîn dikin, li dîmenên kamerayê dinêrin, dibe ku ji bo îfadeyê gazî te jî bikin. Me wê demê der bavê de girtek girtibû. Tê bîra te ne wisa’. Min jî ji Suleyman Onal re got ‘min gotibû ji bo çêkirina mobesaya Viyaduga Sarisaltuk girtek hatiye nivîsin. Min jî îmze kir.’ Lê di nûçeya ku berê me çêkiribû de di girteka ku dibêje ‘kamera xerabûye’ îmzeya Suleyman Onal û Savaş Gulturk heye. Dema mirov li îfadeya Savaş Gulturk dinêrin tê dîtin ku ji bo xwe xilas bike îfade daye.
Ugurcan Açikgoz jî di îfadeya xwe de li ser pirsa ‘Çeka Mustafa Turkay Sonel heye an na’ wiha dibêje: “Ez nizanim. Lê çeka polîsan digirt û wêne dikişand.” Her wiha di îfadeya Ugurcan Açikgoz de, tê dîtin ku dîmena ekrana rewşa WhatsApp û dîmenên peyamên ku ji hevala xwe re şandiye wek ewraq amade kiriye û pêşkeşî dozgeriyê kiriye.
Beriya lêpirsînê amadekirina ewraqan derdixe holê ku bi mehan berê agahiya wan ji lêprisînê hebûye.







