Ji aliyê raya giştî ve ev pêvajo çawa tê dîtin?
- 09:04 19 Mijdar 2025
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Şêniyên Îzmîrê derbarê geşedanên siyasî de diyar kirin ku biryara vekişînê di civakê de hêvî çêkiriye, lê ji ber polîtîkayên derengxistinê yên dewletê bi guman in û gotin: "Aştî tenê bi îradeya hevpar a gel mimkun e."
Koma Aştî û Civaka Demokratîk di 11’ê Tîrmehê de merasîma şewitandina çekan pêk anî. Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurd di 26’ê Cotmehê de li Qendîlê daxuyaniyek da û da zanîn ku di esasa biryarên 12’yemîn kongreya xwe de Hezên Parastina Gel (HPG) û Yekîtiya Jinên Azad-STAR (YJA-STAR) ji Tirkiyeyê vedikişînin. Jinan der barê gavên hatine avêtin de nêrînên xwe anîn ziman.
Fatma Arik da zanîn ku li Tirkiyeyê pirsgirêka ewlehiyê yek ji pirsgirêkên herî girîng e û got: “Ez kurd û tirkan ji hev cuda nabînim. Lê mixabin ew dikin. Zarokên min yên biçûk hene. Ez neçarim pêşeroja wan bifikirim. Ez welatekî aram dixwazim.”
‘Divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin’
Mamosteya teqawît Dolunay Avcioglu jî wiha nêrîna xwe anî ziman: “Divê pirsgirêka kurdan bê çareserkirin. Kurd û tirk ji ber cudahiya çandî nikarin ligel hev bijîn. Ji bo gav bên avêtin divê her du alî jî lihev bikin. Divê têkiliyê baş ava bikin ku yekitiya Kurd Tirk pêk bê. Piştevanî hebe wê baş be.”
‘Divê qanûn bên derxistin’
Asya Helbe ku 35 sal berê ji ber gundê wan hat şewitandin koçî Îzmîrê kirine, jî wiha got: “Aştî baş e. Em nizanin wê çi bibe lê em bi pêvajoyê bawerin. Divê ji bo vê qanûn bên derxistin. Em hemû kurd yek in. Em aştiyê dixwazin. Divê kurd û tirk wekhev bin.”
‘Ger bên girtin çim bên?’
Asya Akinci jî wiha vegot: “Divê girtî bên berdan. Em hatin qetilkirin. Gerîla ji bo aştiyê vekişiya. 60 sale şer didome. Em Kurd in. Dewleta Tirk gelek tişt kir. Li gorî wan em xayin in. Lê em aştiyê dixwazin. Hêviya me ev e ku her kes azad be. Yên çiyan vegerin malên xwe. Piştî têkoşîna 30 salî çima ji bo girtinê bên?”
‘Tirkiye mijûl dike’
Ayten Akdogan destnîşan kir ku divê mafê kurdan bê nasîn û wiha bi lêv kir: “Bila qetilkirin tunebin, bila girtî bên berdan. Tirkiyeyê tiştekî ji dil û rast nekiriye. Her tim dilîze. Lê em naxwazin leşker û gerîla bimirin. Bila her kes vegerin mala xwe. Tirkiye her tim mijul dike. Em naxwazin ew bên girtin.”
Kerkera malê Mulkiye Er jî nirxandin xwe wiha kir: “Dora avêtina gavê ya Tirkiyeyê ye. Divê girtî bên berdan. Li gorî min gerîla bên jî wê bên girtin. Dewlet qanûnê derbixe jî wê pêk neyne. Di vê mijarê de hêviya min tuneye. Divê êdî ne çek, hevdîtin hebin. Hêviya me ne ji dewletê ji gelê me heye.”
Semîra Aksoy jî destnîşan kir ku ew geşedanên polîtîk pir naşopîne û ev tişt anî ziman: “Divê li hember îradeya her kesî rêzdarî hebe. Divê kes neêşe. Ez bi Tirkiyeyê bawer nakim. Divê Tirkiye di polîtîka xwe de dirûst be.”
‘Divê Abdullah Ocalan bê berdan’
Karkera malê Hulya Yarar jî daxuyakirin ku ew pêşketinan erênî nabîne û wiha dawî lê anî: “Em dibêjin aştî û wekhevî lê nîjadperestî heye. Ez nexweş bûm çûm doktor, ji ber ez kurd bûm doktor canê min êşand. Ew çi bikin jî li hember me ne baş in. Hêvîdarim aştî bê lê em bi wan bawer nakin. Demên berê jî pêvajo dan destpêkirin lê piştre her kes girtin. Bawerî tuneye. Divê beriya her tiştî serokê me berdin.”







