Dayika Aştiyê: Divê têkoşîna li dijî tundiyê bi parastina cewherî dest pê bike
- 09:03 19 Mijdar 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL- Dayika Aştiyê Rewşan Doner li dijî tundiya mêr-dewletê balkişand ser parastina cewherî û anî ziman ku jin bi têkoşîna yekbûyî dikarin pêşî li tundiyê bigirin û wiha got: “Em divê têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê bi parastina cewherî bidin destpêkirin.”
Wek her sal jin wê îsal jî di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî li dijî tundiya mêr-dewletê, xizanî, bêdadî, dijhiqûqiyê li kolanan bin. Her 25’ê mijdarê jin li dijî tundiya li ser jinan bi armanca ku piştevaniyê mezin bikin, têkoşînê mezin bikin tên gel hev û peyama "em li vir in" didin.
Di vê beşa dosya xwe de em cih didin nirxandinên dayika Aştiyê Rewşan Doner yên der barê tundiyê de.
Rewşan Doner da zanîn ku gelek cureyên tundiyê hene û bi taybet jin rastî tundiyê tên. Rewşan Doner wiha anî ziman: “Yek ji cureyê tundiyê, tundiya dewletê ye. Me jinên Kurd hem ji dewlet hem ji malbatên xwe tundî dîtin. Ji ber zext û polîtîkayên dewletê em bi her cureyê tundiya fîzîkî û psîkolojîk re tên rû hev.Em di malbatên xwe de ne rehet bin, em zexta fîzîkî û gotinî bibînin ev tundiya psîkolojîk e. Em her cureyê tundiyê şermezar dikin. Tundî her qada jiyanê bandor dike. Li Tirkiyeyê gelê Kurd bi tundiyê re tê rû hev. Dayikên Kurd tundî dîtin. Tundî herî zêde bandorê li jinan dike. 25’ê Mijdarê nêz dibe. Wate û girîngiya rojê mezin e. Jinan li dijî tundiyê serî hildane û tundî qebûl nekirine. Divê civakek bê tundî hebe. Em her cureyê tundiyê lanet dikin.”
Parastina cewherî
Rewşan Doner di berdewamiyê de destnîşan kir ku divê li dijî tundiya mêr bêdengî tunebe û balkişand ser girîngiya têkoşîna yekbûyî: “Divê jin li hember hev bi hestiyar bin. Divê bibin yek û bi hev re bin. Divê parastina cewherî pêk bînin. Divê li dijî tundiyê perwerde bibin û bibin xwedî hişmend. Divê em parastina xwe ya cewherî pêş bixînin û divê em têkoşîna li dijî tundiyê bi parastina cewherî bidin destpêkirin. Divê em xeta têkoşînê bihûnin.”
‘Divê jin li dijî tundiyê li qadan bin’
Rewşan Doner di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber şerên tên kirin herî zedêde jin zirarê dibînin. Cih, war ferq nake. Li ku dibe bila bibe tundî hebe divê deng bê bilindkirin. Divê em li dijî tundiyê bin. Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya. Mafê jinan tune hat hesibandin. Peymana Stenbolê dema hebû jî tundî hebû. Lê piştî hat feskirin tundî hîn bêtir zêde bû. Mehekê de 30-40 jin tên qetilkirin. Em qetilkirinan lanet dikin. Divê em bi hev re li qadê 25’ê Mijdarê bin û li dijî tundiyê dengê xwe bi hev re bilind bikin. Divê hemû jin li dijî tundiyê li qadan bin.”







