Hevserokên DEM Partiyê ji bo Berîvan Kutluyê sersaxî xwestin
- 20:40 17 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên DEM Partiyê ji bo çalakvana TJA’yê û Hevşaredara berê ya Şaredariya Cizrê Bêrîvan Kutlu ku koça dawî kir, sersaxî xwestin.
Çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) û Hevşaredara berê ya Şaredariya Cizrê Bêrîvan Kutlu, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir.
Hevserokên DEM PartiyÊ Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakırhan di peyamên ku li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal weşandin de ji bo Berivan Kutlu sersaxî xwestin.
Tulay Hatimogullari bal kişand ser hewldanên mezin ên Berîvan Kutlu tevî temenê xwe yê ciwan û got, "Berivan di her aliyê têkoşîna azadiya jinan û têkoşîna rizgariya gel de beşdar bû. Wê têkoşîna wê hêza daye rêxitina me bidomîne.
Tuncer Bakırhan JÎ bal kişand ser hebûna Berîvan Kutlu di pêşengiya têkoşîna azadiya jinan de û got, "Mîrata Berîvan di her astê partiya me de delîlek ji bo fedakarî û baweriya wê bû. Di hevdîtina me ya dawî ya hefteyek berê de, ligel laşe xwe yê westiyayî wê yê westiyayî nexwest bêhna xwe vede û ew hîn jî li ser têkoşînê diaxivî. Wê got, 'Berxwedan Jiyan e.' Ev gotin niha emanetî me ne."







