Li Navenda Nûjîn a Jinan atölye hat lidarxistin

  • 18:33 17 Mijdar 2025
  • Rojane
AMED – Di atolyeya "Jiyana Bê Tundûtûjî" de ku ji hêla Navenda Jinan a Nûjîn ve hate lidarxistin, jinan tecrûbeyên xwe parve kirin û li ser girîngiya  25’ ê Mijdarê û mekanîzmayên piştgiriyê agahî hatin dayîn.
 
Di 17’ê Mijdara 2025’an de, Navenda Hevgirtin û Jiyanê ya Jinan a Nûjîn ku bi Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bismilê ya li Amed  girêdayî ye, atolya "Jiyana Bê Tundûtûjî" li dar xist ku bal kişand ser girîngiya têklîdanîna bi dayikên zarokên ku ji navenda rehabîlîtasyonê piştgirî werdigirin. Çalakiyên hevdem ji bo zarokên dayikên ku beşdarî komxebatê bûne jî hatin lidarxistin.
 
Rêvebera Xizmetên Jin û Malbatê Zehra Yuksekdag, girîngiya dîrokî û siyasî ya 25’ê Mijdarê diyar kir û got, "25’ê Mijdarê ne tenê rojek bîranînê ye; ew dengê gerdûnî yê têkoşîna jinan ji bo mafê jiyan, azadî û wekheviyê ye. Em ê bi hevgirtinê tundiyê rawestînin; soza me hîn jî derbasdar e!"
 
Derûnînasa Navendê, Hüveyze Laleş OngUn, li ser girîngî û dîroka 25’ê Mijdarê, wekheviya zayendî, cureyên tundiya li dijî jinan, mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiyê, rêbazên ragihandinê yên bi bandor û xizmetên şêwirmendiyê, piştgiriya psîkolojîk, çavdêriya pêvajoya hiqûqî, sevkkirin û cîhê ewle yên ku ji hêla Navenda Hevgirtina Jinan û Jiyanê ya Nûjîn ve têne pêşkêş kirin, agahî dan.”