Li Amed û Erziromê çalakiyên 25'ê Mijdarê

  • 22:43 15 Mijdar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan de li Amed û Erziromê çalakî hatin lidarxistin.
 
Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan de Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, atolye û çalakiyên hişyarkirinê yên li dijî şîdetê didomînin, balkişandin ser komun, bîrdoziya rizgariya jinan û polîtîkayên şerê taybet.
 
Erzirom
 
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan de, li taxên Memita û Soylemez an Jêr ên navçeya Qereyazî a Erziromê û taxa Hecî Omer a navçeya Tatosê bi jinan re civiya û atolyeya "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" li dar xist.
 
Amed
 
Di çarçoveya 25'ê Mijdarê de Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, atolye û çalakiyên hişyarkirinê yên li dijî şîdetê didomînin, balkişandin ser komun, bîrdoziya rizgariya jinan û polîtîkayên şerê taybet.
 
Jinên ku li taxên Dumlupinar û Heciya Kurda yên navçeya Bismilê  civiyan,  îdeolojiya rizgariya jinan nîqaş  kirin.