'Çîrokên Jinên di Zindanê de' ji xwendevanan re hat îmzekirin
- 16:49 15 Mijdar 2025
- Çand û Huner
AMED - Li Amed'ê merasîmek îmzekirina pirtûka "Çîrokên Jinên di Zindanê de", ku berhevokek ji 11 çîrokên ji hêla nivîskarên jin ên girtî ve hatine nivîsandin e, hate lidarxistin. Axaftvanan girîngiya pirtûkê ji bo berxwedana jinan destnîşan kirin.
Pirtûka "Çîrokên Jinên di Zindanê de" ku ji 11 çîrokên ku ji hêla nivîskarên girtî ve hatine nivîsandin pêk tê û ji hêla Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Çand û Zimanê Mezopotamyayê (MED-DER), Enstîtuya Kurdî ya Amed, PENa Kurd û Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAD-FED) ve tê rêvebirin, li ÇandAmed a navçeya Yenîşehîra Amedê ji hêla jinan ve hate îmzekirin. Roja îmzeyê ku ji hêla rojnamevan û nivîskar Roza Metîna ve moderatoriya wê hat kirin, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulser Yildirim, nivîskar Mizgîn Ronak, nivîskar Rojbîn Perîşan û parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mêrdînê Salîha Aydeniz jî wekî axaftvan tevli bernameyê bûn. Herwiha Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û hejmareke mezin a kesan jî beşdarî bernameya îmzeyê bûn.
Çalakî piştî axaftinan bi îmzekirina pirtûkê bi dawî bû.







