Platforma 25'ê Mijdarê ji girtiyan re kart şandin
- 14:43 15 Mijdar 2025
- Rojane
STENBOL - Di pêşengiya Platforma Jinan a 25'ê Mijdarê de, gelek jinan kart ji girtiyên di girtîgehê de re şandin.
Li Stenbolê, jin, di pêşengiya Platforma 25'ê Mijdarê de, li ber Postexaneya Kadikoyê bi dirûşma "Em hevgirtinê xurt dikin û nameyan ji jinên girtî re dişînin" kom bûn. Di çalakiya ku bi boneya 25'ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî hat lidarxistin de, jinan pankartên bi nivîsên "Jiyana me û têkoşîna me ne sûc e", "Jinên ku xwedî li jiyana xwe derdikevin ne bi tenê ne", "Azadî ji bo girtiyên siyasî" û "Di 25'ê Mijdarê de li dijî şîdeta dewleta mêr derkevin kolanan" hilgirtin. Jinan gelek caran dirûşmên wekî "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Bila tundiya dewleta mêr bi dawî bibe" û "Hevgirtina jinan dîwaran derbas dike" berz kirin.
'Em ê li her derê bin'
Endama Platforma Jinan a 25'ê Mijdarê Eda Kalafan, li vir axivî û bal kişand ser binpêkirinên ku li girtîgehan diqewimin û got: "Li girtîgehan, jin bi polîtîkayên wekî lêgerîna tazî, biryarên lijneyê û cezayên dîsîplînê têne tecrîdkirin. Jin ji ber ku dixwazin bijîn ji hêla pergala serdest a mêr ve têne cezakirin. Jinên ku dixwazin ji bo daxwaza azadî û wekheviyê derkevin kolanan, li her deverê bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Em ê heta 25'ê Mijdarê li her derê, li her qadê bin."
Piştî daxuyaniyê, jin derbasî postexaneyê bûn û ji jinên girtî re kart şandin.







