Bertekên li hember êrişa li ser pêşangehê: Em ê di doza xwe de bi israr bin!
- 10:47 19 Mijdar 2025
- Rojane
Oznur Deger - Buşra Turan
WAN - Jinan bertek nîşanî serdegirtina pêşangeha TJA'yê ya wêneyan a "Jinên ku jiyanê li dîrokê zêde dikin" da û gotin: "Em ê li dijî êrişan bêtir xwedî li çalakî û bernameyên xwe derkevin û em ê her tim li vir bin."
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî, li Galeriya Hunerê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê pêşangeha xwe ya wêneyan a "Jinên ku jiyanê li dîrokê zêde dikin" vekir. Di çarçoveya lêpirsînek ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hatiye destpêkirin, bi ser pêşangehê de hat girtin. Di serdegirtinê de wêneyên Sakîne Cansiz, Evîn Goyî, Nagîhan Akarsel, Cîhan Bîlgîn, Hero Bahaddîn, Gulîstan Tara hatin desteserkirin.
Jinan bertek nîşanî destesekirinê dan û nêrînên xwe bi ajansa me re parvekirin.
'Em desteserkirina wêneyan qebûl nakin'
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hanîfe Koçak, bal kişand ser wekhevî û aştiyê û wiha axivî: "Em dibêjin, divê kes nemire, divê hemû mirov bijîn. Em bi mirinê ve girêdayî nîn in. Gotina aştiyê li seranserê cîhanê belav bûye. Em desteserkirina wêneyên jinên pêşeng û jinên ku zirar nedane kesî şermezar dikin. Em dibêjin ku divê li cîhanê aştî hebe, lê ew red dikin ku wê qebûl bikin. Heta Bahçelî jî dibêje ku ew ji bo aştiyê amade ne, lê em fêm nakin çima. Em jî dê aştiyê heta dawiyê biparêzin. Êrişên li ser wêneyên jinan bi tevahî nayên qebûlkirin. Em vê yekê şermezar dikin. Ev komployek e."
'Em wan destwerdanan qebûl nakin'
Endama Meclîsa Şaredariya Artemêtê ya Wanê Berîvan Polat Çaglayan, da zanîn ku bi taybetî di pêvajoya 25'ê Mijdarê êrişên bi pergalî didomînin û wiha bi lêv kir: "Me di çarçoveya 25'ê Mijdarê de gelek çalakî û bername plan kir û em li dar dixin. Yek jî wan pêşangeha wêneyan a 'Jinên ku jiyanê li dîrokê zêde dikin' vekir. Lê belê ji hêla zîhniyeta serdest a mêr ve bi ser pêşangehê de hat girtin û gelek wêne hatin desteserkirin. Pêvajoya 25'ê Mijdarê bi tenê bi şîdeta li ser jinan ve sînordar nîne. Ev zîhniyeta serdest a mêran li ser hemû waran zextê dike û hewl dide ku hêza me têk bibe. Lêbelê, em dixwazin dubare bikin ku em ê têkoşînê bidomînin û tu carî paşve gav navêjin. Em ê pêvajoya 25'ê Mijdarê bidomînin. Em dubare dikin ku em van destwerdanan qet qebûl nakin."
'Em li vir in û em ê li vir bimînin'
Aktîvîsta TJA'yê Felek Erdem jî wiha nêrînên xwe anî ziman: "Tehemûla hişê dewleta mêr nîne, lê ev nikarin bi qedexeyan jinan bi sînor bikin. Em ji wêneyên ku di pêşengehê de heyî hêzê digirin û vîna me ne. Ji ber vê yekê, tu zext, tu siyaseta çavtirsandinê dê nikaribe me paşve bikişîne. Ev hewldanek bû ku me neçar bike ku em paşve gav bavêjin. Nîvê şevê dêrî dixin û tabloyan desteser dikin, bê hincet û bê qanûnî. Ev heqaret li jinan dike. Em ê li kolanan, li malê, li kar, li her deverê ku hikûmet me naxwaze li wir bin. Heta ku em li vir bin, em ê li dijî şîdeta li hember jinan têbikoşin. Em ê li dijî kuştina jinan û jinên ku ber bi xwekuştinê ve diçin dengê xwe bilind bikin û em ê têkoşîna xwe ya li dijî wê hîn zêdetir bikin. Ew ê heta 25ê Mijdarê bi hêrsa me re rû bi rû bimînin. Em ê çalakiyên xwe bi dil û can hembêz bikin, bigihîjin bêtir jinan û ji bo hev bibin çavkaniya îlhamê. Em ê di daxwaza xwe ya azadiyê de hîn bêtir israr bikin. Em li vir in û em ê li vir bimînin."







