Li Serhedê 17 girtîgeh û 344 girtiyên siyasî: Zilm, binpêkirin, bêhiqûqî!

  • 09:02 19 Mijdar 2025
  • Rojane
 
Buşra Turan
 
WAN - Hevseroka TUAY-DER a Wanê Rengîn Karaduman da zanîn ku binpêkirinên mafan didomin û wiha got: “Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Divê dawî li pêkanînên kêfî bînin û mafê hêviyê bê nasîn.”
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan bi awayekî sîstematîk didomin. Girtî bi gelek cureyên tundiyê, binpêkirinên mafan re tên rû hev. Ji mafê herî sereke yên wek tenduristiyê fêdeyê nikarin bigirin, pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê tên jiyîn. Li gorî daneyên Komeleya alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) li navend û navçeyan 192, li Îdirê 41, li Colemêrg û navçeyên wê 181, li Mûşê 60 bi giştî li 4 bajaran 424 malbatên girtiyan hene.
 
Li 9 bajaran 17 girtîgeh
 
Li Herêma Serhedê 9 girtîgehan hene. Girtîgeha Tîpa T ya Wanê, Girtîgeha Tîpa S ya Îdirrê, Girtîgeha Tîpa H ya Ewlehiya Billind a Erziromê, Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê, Girtîgeha Tîpa Y a Hejmar 1 a Aziziye ya Erziromê , girtîgeha Tîpa Y a Hejmar 2 a Aziziye ya Erziromê, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Dumlu ya Erziromê, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Dumlu ya Erziromê, Girtîgeha Colemêrgê, Girtîgeha Tîpa T ya Qersê, Girtîgeha Tîpa E ya Muşê, Girtîgeha Tîpa M ya Agiriyê, Girtîgeha Tîpa L ya Agiriyê, Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê, Girtîgeha Tîpa T ya Xelatê ya Bedlîsê, Girtîgeha Tîpa T ya Qersê, Girtîgha Tîpa T ya Ardaxanê, bi bi giştî 17 girtîgeh hene.
 
Li 11 girtîgehan 344 girtiyên siyasî
 
Li gorî daneyên TUAY-DER ya Wanê li 11 girtîgehan herî kêm 344 girtiyên siyasî hene. Hevseroka TUAY-DER ya Wanê Rengîn Karaduman der barê binpêkirinên mafan de axivî.
 
‘Divê dewlet gavê bavêje’
 
Rengîn Karaduman daxuyakirin ku divê dewlet der barê pêvajoyê de gavê bavêje û got: “Gelê Kurd tiştên ket ser milê wan kir. Biryara fehsê hat girtin, çek hatin berdan, hêzên xwe vekişand. Niha divê dewleta Tirkiyeyê gavê bavêje. Ji bo baweriya me Gelê Kurd divê ev gav bê avêtin. Ji ber gava şênber nayê avêtin fikar û bêbawerî heye. Ji bo vê divê teqez gav bên avêtin.”
 
‘Divê girtiyên nexweş bên berdan’
 
Rengîn Karaduman balkişand ser girtîgehan û bi lêv kir ku divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û wiha domand: “Hîna li girtîgehan qedexe û astengkirin hene. Li weltekî ku xwe wek welatê hiqûqê dibîne divê rewşeke wek ‘girtiyên nexweş’ tunebe. Divê girtiyên nexweş bên dermankirin. Li girtîgehan dermankirina nexweşan ne pêkane. Ji ber vê nexweşî pêş dikevin. Pisgirêkên cidî ên jiyîn. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.”
 
‘Divê mafê hêviyê bê nasîn’
 
Rengîn Karaduman her wiha balkişand ser mafê hêviyê û wiha dirêjî dayê: “Muebeta giran didin girtiyan. Ev di esasê de wek cezayê darvekirinê ye. Seranserê jiyanê girtina mirov ne hiqûqiye. Ji ber vê divê di serî de ji bo Birêz Ocalan û hemû girtiyan mafê hêviyê bê nasîn.Li girtiyan poşmaniyê ferz dikin. Ev tê wateya tunekirina îrade û nasnameya girtiyan. Bi vê pêkanînê nasname û îrade hedef tê girtin.”