Li Şemrexê 'Jin Park'
- 16:09 17 Mijdar 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Li Şemrexa Mêrdînê Parka Mîmar Sînan hat nûkirin û bi navê Jin Park ket xizmeta gel.
Li Şemrexa Mêrdînê Parka Mîmar Sînan, ji hêla şêniyên taxê vê hat paqişkirin û hat nûkirin. Park carek din bi navê Jin Park ket faliyetê. Park bi tevlîbûna aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Salîha Aydenîz, Hevserok û rêveberên DEM Partiyê ya Şemrexê û Hevşaredara Bajarê Mezin Devrîm Demîr a ku li şûna wê qeyûm hat dayînkirin, hevşaredarên Şemrexê Kudret Uçuk û Hamdîn Demîr û endamên meclîsa şaredariyê park hat vekirin.
Hevşaredar Kudret Uçuk, bi daxwaza jinan ev park hat nûkirin û hat vekirin.
Hevşaredar Devrîm Demîr jî, di axaftina xwe de bal kişand ser qadên ku jin bi rêhetî xwe bînin ziman.
Piştî axaftin û vekirina parkê stran hatin gotin û govend hat gerandin.







