‘Sala malbatê tundiya li ser jinan nabîne’

  • 09:02 16 Mijdar 2025
  • Rojane
 
 
Buşra Turan
 
WAN- Endama Komîsyona Jinan a ÎHD’a Wanê Serpîl Sezer îlankirina ‘sala malbatê’ ya 2025’an nirxand û got: “Di 6 mehên ewil yên salê de 93 jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve hatin qetilkirin. Têkoşîna ji bo wekhevî û azadiyê didome.”
 
Desthilatdarî polîtîkayên ku pêşî li qetilkirina jinan bîne pêşve naxe û sala 2025’an ‘sala malbatê’ îlan kir. Dsetilatdariya ku wekheviya zayenda civakî red dike, polîtîkayên ku jinan di malbatê de hespê tundiyê dike, dixe jiyanê û di bin navê ‘sala malbatê’ de ji ser bedena jinan serdestiyê ava dike.
 
Endama Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê Serpîl Sezer der barê sala malbatê û tundiya ku bi îlankirina wê re zêde bûye nirxand.
 
‘Di 6 mehên ewil yên salê de 93 jin hatin qetilkirin’
 
Serpîl Sezer da zanîn ku ev biryar armanca veşartina pirsgirêkên civakî dihewîne û wiha bi lêv kir: “Ev ne pêvajoyek salekê ye polîtîkayeke 10 salane. Pirsgirêkên giran û kronîk yên civakî ku evqas di rojevê de ne, sala malbatê hat îlankirin û ev wek feraseteke parastin amalbatê bê dîtin jî di esasê de armanca veşartina pirsgirêkan dihewîne. Em îro li pirsgirêkên xizanî, neparastin, starbûnê dinêrin, pirsgirêk ne malbate, têkildarî binpêkirinên maf yên kes in. Di 6 mehên ewil yên salê de 93 jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve hatin qetilkirin.”
 
‘Qada xweser a jinan hat tengkirin’
 
Serpîl Sezer destnîşan kir ku  pêkanîna sala malbatê berhema feraseteke ku jinan di qada taybet de hesp dike ye û wiha bi lêv kir: “Em dibinêrin jinan di bin navê sala malbatê de di qada taybet de sînor dikin û qada cemawerî hîn bêtir ji mêran re tê vekirin. Ji roja Peyman Stenbolê hat rakirin heta niha q etilkirinên jinan zêde bûn û desthilatdariyê bi poîtîkayên jinan bi giştî jin hepsê malê kiriye. Qad li jinan hatine sînorkirin. Berpirsyariyên cidî didin ser milê jinan. Welidîn, karê malê, lênerîna zarokan. Qadên jinan ew diyar dikin.  Em bi pergaleke ku jinan nabparêze re rû bi rû ne.”
 
‘Bi poîtîkayên şerê taybet bajar tên dagirkirin’
 
Serpîl Sezer balkişand ser newekheviyên civakî û qetilkirinên jinan û ev tişt anî ziman: “Em bi rêxistinên jinan re têkoşînê dimeşînin. Polîtîkayên heyî qadên jiyana jinan teng kirine. Em wek jin li bajaran bi platformên jinan re tên gel hev û li dijî qetilkirinên jinan xebatên cidî dimeşînin. Lê ev têr nakin. Bi polîtîkayên şerê taybet bajarên me di bin dagirkirinê de ne. Pergaleke ku qada jin, ciwan û zarokan teng dike heye. Dema jin ne azad bin  em civakek azad jî napên. Bi îlankirina sala malbatê malbatan pîroz dikin û newekheviya navberakesan de giran dikin.”
 
‘Ne wekhevî tundiyê teşwîq dikin’
 
Serpîl Sezer bi lêv kir ku jin tundiyê herî zêde li mala xwe dijîn û wiha dawî lê anî: “Mal ji bo jinan ne stargehe, jib o jinan qada tundiyê ya ku nayê dîtinê ye. Jin tundiya herî mezin ji malbata xwe dibîne. Qadên cemawerî ji mêran re tên vekirin û qada taybet ji jinan re diyar dikin. Ev pergal ne wekheviyê tundiyê teşwîq dike.Divê jin xwe li her qadê xurt bikin. Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bimeşînin.”