Li Başûr starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hate dayîn

  • 10:50 16 Mijdar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Nûnertiya Koordînasyona Kongra Star ya Başûr û Meclisa Jinan a PYD’ê bi daxuyaniyekê starta çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê da.
 
Nûnertiya Koordînasyona Kongra Star ya Başûr û Meclisa Jinan ya PYD’ê bi daxuyaniyekê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî da. 
 
Di daxuyaniyê de banga rêxistinbûyînê û li dijî pergala dijminê jinê sekneke hîn mezintir nîşan bidin hate kirin. Herwiha hate gotin ku di vê pêvajoyê de weke rêxistinên jin, divê jin bi yekkirina hêza xwe bersiveke herî mezin bidin desthilatdariyê.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê di çarçoveya çalakiyên ji bo 25ê Mijdarê de, kom xebat, semîner û civînên gelk bên lidarxistin.
 
Di daxuyaniya ku li Nûnertiya PDY’ê ya Başûrê Kurdistanê ya li Silêmaniyê û ji aliyê Endama Komîteya Rêveber a Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Mihemed ve hatî xwendin de, ev tişt hatin gotin: “Em destpêkê Xwişkên Mîrabel ku bi têkoşîna xwe a li dijî desthilatiyêde mîrasa berxwedan û berdêl dayînê ji mere hiştiyî û bûyî sedem ku ev roj weke roja li dijî şiddetê têkoşîn bê destgirtin, bi rêzdarî bibîrtînin. Di şexsê van têkoşerande ji dîrokê heta roja me a îro hemû qehreman, têkoşer, fedekar û rênîşanerên me ên hêja Rosa Luksenburg, Sakine Cansiz, Şîlan Kobanê, Sosin Bîrhat, Yusra, Leman, Aryen Mako, Gulistan, Hêro Bahadînan û bi hezaran têkoşerên ku me navê wan nenivîsîne, bi rêzdarî bibîrtînin û em soz didin ku emê doza wan hîn mezintir bikin.
 
Li her deverê Kurdistanê siyasete cudaheye
 
Wek tevgera Kongra Star ji avabûyînê heta niha li ser mîrasa berxwedayîna kesên ji bo azadiyê berdêl dayî em meşiyane û mezin bûne. Em xwedî li ked û berxwedayîna wan derketine. Îro jî li dijî zihniyeta cîhadîst bi hemû hêza xwe a siyasî, polîtîk, civakî em têkoşîneke bê hempa didin meşandin. Zihniyeta serdest di sedsala 21’an de, di şexsê jinde gelek êriş li ser civakê pêk anî. Li her deverekê Kurdistanê siyaseteke cuda hate meşandin. Îro li Sûriye jî bi rejîma ku anîne ser hukum ve siyaseteke rasterast ku jinê hedef digire û jinê bê îrade bihêle tê meşandin. Em viya şênber jî di qanûnên ku tên derxistin ên li dijî îradeya jin, di siyasetê di qadên jiyanê ên din de rênedayîna jin, heta derketina jin a derve, cil û berg de zextên ku li ser tên de dibînin. Di Suriyeyê îro zihniyeteke wisa tê meşandin ku çaxa navîn jî derbaz kiriye. Ji aliyekêve pergala me a rêveberiya xweser bi hemû hêza xweve û bi têkoşîneke mezin ve dixwaze jinê bi îrade bike, ji bo wê jî hewldan dike, ji milê din ve pergaleke ku ji hêla cîhadîstan ve tê meşandin ji bo ku jinê hîn zêdetir têxe bin erdê, ji civakbûyînê qut bike hewldan dike. Em jî dizanin ku erka me di virde pir mezine û rola ku me dayî ser milê xwe pir girane. Desthilatiyê teybet van salên dawîde zêdetir li ser olperestî û zayendperestiyê kar kir. Teybet jî ji bo ku zayendperestiyê kûrtir bike ev beşên îslama radîkal xwedî rol kirin. Li Efganistanê Talîban, li Sûriye HTŞ ji ber wê yêkê bicih kirin û rê dane. Îro di şexsê van tevgeran de îradeya jin heta dawiyê tê şikandin, bê nasname, bê îrade tên hiştin. Bizanebûn tên tirsandin da ku jin ji malê xwe dernekevin. Eger jin xwedî rêxistin nebe neçar dimîne ku li beramberê qanûnên wan ên hovane serî bitewîne.
 
Dewlet piştgiriya azadiya jinan nake
 
Di şexsê jinên Suweyda, jinên li sahilde me dît ku jina ku ne rêxistinkirî be rûbirûyê çi pêkanînan tê. Wek jin pêwîste em viya baş bizanibin ku tu dewlet piştgiriya azadiya jinan nake. Tu dewlet jî naxwaze jin xwedî îrade be. Ev di mînaka van deran de eşkere hate dîtin. Teybet îsal jinên li Suweydayê, li sahilê hatîn qetilkirin û yên ku hatî revandin di bajarande hatî firotin cihê şermeke mezin e. Ev şerma hemû cîhanê, hemû mirovahiyêye. Tenê ji bo van jinan nabe jî pêwîste jinên ku van kiryaran qebûl nake, jê acize pêwîste deng derxe. Bêdengî jî şermeke mezin e. Di çalakiyan de hêza xwe kirina yek wê encamên berbiçav jî derxe holê.
 
Jin tu carî bêdeng namînin
 
Başûrê Kurdistanê jî xwedî mîraseke berxwedanêye. Em ji Leyla Qasiman bigirin heta Viyan Soranan, Hêro Bahadînan di têkoşîna azadiya jin de gelek berdêl hatiye dayîn. Li hemberê vê berxwedayîna jin li pergala dewleta Iraqê de jî xeteriyên mezin ji bo jin hene. Teybet van salên dawîde qanûnên li dijî jinê ên bin navê yasaya rewşa kesî ku derdikevin, dide nîşandan ku îradeya jinê bi rêya qanûnan jî dixwazin bişkênin, zayendperestiyê mayînde û meşrû bikin. Dîsa di yasayên Iraqêde kûrkirina zewaca temenê biçûk û pirjiniyê heye. Li hemberê van pêkanînan em dizanin ku jin tu carê bêdeng namîne. Ji ber ku jinên li vê heremê xwedî mîrateyeke berxwedanê a kevnar in.
 
Em yekitiya jinên Kurd ava bikin
 
Em di wê baweriyêdene ku ji vir şûnde jî wê rêxistinbûyîna xwe xurttir bikin û li dijî pergala dijminê jinê wê sekneke hîn mezintir nîşan bidin. Teybet di vê pêvajoyêde weke rêxistinên jin hêza xwe kirina yek bersiveke herî mezine ji desthilatiyêre. Em jî dibêjin ku bi wesîleya vê rojê em weke rêxistinên jinan hêza xwe bikin yek û li dijî pergala zayendperest sekneke bi encam nîşan bidin. Li hember van kiryaran em wek jinên Kurd bizanibin ku yêkitiya me wê çareseriya esasî bi xwere bîne. Ji ber wê jî ji cihaneke demokratîk em yêkitiya jinên Kurd ava bikin.
 
Li ser wê esasê em dîsa we ji dil û can silav dikin û di berxwedan û têkoşîna we de serkeftinê dixwazin.”