ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2025'AN
- 09:00 16 Mijdar 2025
- Rojev
*Endama Komîsyona Jinan a ÎHD’a Wanê Serpîl Sezer îlankirina ‘sala malbatê’ ya 2025’an nirxand û got: “Di 6 mehên ewil yên salê de 93 jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve hatin qetilkirin. Têkoşîna ji bo wekhevî û azadiyê didome.” DÎMEN HEYE
*Nivîskar Nuray Sancar di panela HDK'ê ya bi navê "Sosyalîzm Ji nû de" de pêşkêşî kir, got, "Divê jin di têkoşîna xwe de ji bo afirandina cîhanek çêtir ku ew bikaribin tê de baştir bijîn bibin yek. Ev yek jî bi bûyîna beşek ji têkoşîna sosyalîzmê pêkan e. Rizgariya jinan bi bêwatekirina şer û avakirina aştiyê mumkun e." DÎMEN HEYE







