Doza Kobanê: Guhdarîkirina civînên KCD’ê li dijî hiqûqê ye

  • 14:47 8 Sibat 2024
  • Hiqûq
 
ENQERE - Di danişîna Doza Kobanê de siyasetmedar Zeynep Karaman parastina xwe kir û bal kişand ser hincetên ji hêla îktîdarê ve ji bo rewakirina zextên li ser siyaseta demokratîk û siyasetmedarên kurd û îllegalîzekirina wan.
 
Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. 
 
Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Zeynep Karaman parastina xwe kir. 
 
Zeynep, bal kişand ser bêhiqûqiyên ji pêvajoya lêpirsînê ve dest pê kirin û bersiv da tawanbariyên derheqê wê de. Zeynep, got ku xebatên wê yên di bin sîwana KCD’ê de tên krîmînalîzekirin û ev tişt anî ziman: “Li civînan guhdarî kirine. Li gorî îdiayê, yek ji kesên tev li bûye jî ez im. Jixwe min bi berfirehî vegot bê ka KCD çawa ji bo pêşxistina demokrasiya Tirkiyeyê hatiye avakirin. Hatin û çûna wê derê û tevlibûna xebatên weke sûc nayê qebûlkirin. Ev xebat ji bo başiya civakê hatine kirin. Di hiqûqê de tê gotin ku tu xebatên ji bo başiya civakê tên kirin sûc nînin. KCD’ê jî xebatên rewa meşand.” 
 
Zeynep, anî ziman ku guhdarîkirina civînên KCD’ê derhiqûqtî ye û wiha domand: “Mijar ne mijara destûrgirtinê ye. Heke di xebatên KCD’ê de talûkeyek bihata dîtin, heta niha dê mudaxile lê bihata kirin. Navnîşana û fatûreyên wê eşkere ne. Hêj niha jî xebatên xwe didomîne. Ji ber KCD’ê yekitî û hevgirtina gel xera nebû û ji dewletê çi parçe nehatin veqetandin. Anku tu bingeha îdiayên dozger nînin.” 
 
Zeynep wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tê gotin ku tevahiya delegeyên KCD’ê sûcdar in. Tevahiya xebatên KCD’ê li ber çavên çapemenî û raya giştî hatin kirin. Her kes jî hate vexwendin. Heta burokratên demekî di nava dewletê de cih digirtin û rayedarên AKP’ê jî hatin vexwendin. Li ser pirsgirêkên kurd, jin û ekolojiyê nîqaş hatin kirin. Lewma bangî her derdoran kirin. Hinek biryarên cezakirinê hene lê bi qasî dinyayê biryarên beraetê jî hene. Di nava delegeyan de mînaka Gurbet Kaçar heye. Hatiye darizandin lê bi sedema ‘delegetiya KCD’ê sûc nîne’ beraet kiriye. Heke xebatên KCD’ê rewa nehatibûna dîtin dê Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle neşandibûna Îmraliyê. 
  
Dozgeriyê tu delîlên maddî yên îdiayên wî şênber bike nedîtin lewma bi operasyonên lîstina bi binhiş re xwestiye vê valahiyê dagire. Tu delîlek di destê dozgeriyê de nîne ku pêdankerê çalakiyên li gelek deverên welêt hatin lidarxistin ez bim. Di rûpela 95’an a mutalaayê de dozger nîşan dide bê ka çawa li qada demokratîk dinêre. Siyaseta demokratîk û siyasetmedaran terorîze dike û ji bo saziyên demokratîk jî dibêje ‘saziyên weke legal xuya dikin lê îllegal’ Ev gotin jî xizmetê ji vê re dike. Artêşa propagandayê ya îktîdarê jî tevahiya derfetên xwe bi kar tîne û ji vê re xizmetê dike. Heman operasyon li ser dozên min ên berê ji hêla dozger ve tên kirin. Di demên berê de artêşê her 10 salan carekê darbe dikir û digot; ‘kirasê demokrasiyê ji bo me teng tê.’ Ev hincet diafirandin. Mekanîka darbeyê her tim zindî ye. Sedema vê jî cihê hêzên îktîdarê lê disekinin e. 
 
Di dawiya dawî de dozger em ji kirdebûnê derxistiye û têkildarî şahidên nepen ên amade kirin wiha dibêje; ‘Bi serê xwe nikarin yek biryarekê jî bidin, tevahiya biryaran j hêla kesên bi navê KCK’ê tev li MYK’ê dibin ve tên dayîn.’ Ev îdiaye gelek caran vala hatin derxistin. Yek bi yek di şexsê me de qada siyaseta demokratîk a kurd û qada siyasetê û tevahiya aktorên wê bi vê nêzikatiyê ji kirdebûnê tên derxistin. Li rexekî terorîze dikin li rexa din jî dibêjin ‘hûn tu tişt nînin.’ Ev nêzikatî pir bi zanebûn tê pêşxistin. Tu kes ji bo civînên MYK’ê yên CHP an jî AKP’ê nabêje rêxistinên îllegal tev li bûne. Lê dema mijara behsa xeberê dibe kurd, her tişt rewa tê dîtin. Di belgeyên fermî de eşkere ye bê ka em kengî weke PM û MYK hatine hilbijartin. Dewletê jî mohra xwe li ser vê daye. Dê bibêjî qey ez ji ber asîman hatime MYK’a HDP’ê. Cihgirtina min a di nava siyasetê de bi HDP’ê dest pê nekir. Ev 20 sal in ez di nava siyaseta demokratîk de cih digirim.”

Etîketan:

kobanê doz