Li Îranê li girtiyên jin îşkenceya psîkolojîk
- 17:27 8 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Mafên Mirovan ya Îranê raporek weşand û da zanîn ku girtiyên jin rastî îşkenceya psîkolojîk tên.
Navenda Mafên Mirovan a Îranê têkildarî rewşa jinên girtî yên di girtîgehên Îranê de raporek belav kir. Di raporê de hatiye gotin ku rejîma Îranê di girtîgehan de li jinên ku çalakvanên sivîl in, siyasî û ji pêkhateyên olî ne, îşkenceya psîkolojîk dike û wan di rewşeke ne zelal de li girtîgehan radigire.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku Supayê Pasdaran zêdetirî 70 roj in du xwişkên ji baweriya Behayî yên bi navên Mehsa û Mandana Stude li bajarê Şîrazê hatine girtin, heta niha jî tu agahiyek li ser wan nayê zanîn. Her wiha rê nayê dayîn li gel parêzer û malbata xwe hevdîtinê bikin.
Her wiha hatiye eşkerekirin ku girtiya siyasî ya bi navê Erxewan Felahî nêzî 500 roj in di girtîgeha Evîn de tê ragirtin û tevî çend caran hatiye dadgehkirin jî lê hê jî cezayê wê nehatiye diyarkirin.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku li bajarê Meşhed jî jina şêwekar a bi navê Suheyla Husênî piştî 82 rojan di Girtîgeha Wekîlawa de hatiye hiştin, ji bo jora (ode) takekesî ya girtîgehê hatiye veguhestin. Hatiye gotin ku Suheyla ji ber di dema xwepêşandanên dema dawî de alîkariya xwepêşanderên birîndar kiriye, bi tometa bikaranîna înterneta starlîkê hatiye girtin û ji mafê hevdîtina li gel parêzeran bêpar hatiye hiştin.







