 
				Danişîne Nîmet Tanrikulu hate taloqkirin
- 14:11 7 Cotmeh 2025
- Hiqûq
	STENBOL - Di doza parêzvana mafê mirovan Nîmet Tanrikulu de biryara domandina kontrola edlî hate dayin. 
	Danîşîna 4’emîn a doza parêzvana mafê mirovan Nîmet Tanrikulu ya ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihate darizandin, li Dadegaha 24’emîn a Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê hate lidarxistin.  
	Parêzerên Nîmet Tanrikulu û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn beşdarî danişînê bûn. Nîmet Tanrikulu di parastina xwe de xwest biryara kontrola edlî were betalkirin û materyalên wê bên teslîmkirin.
	Dadgehê,  daxwaza teslîmkirina materyalên dîjîtal qebûl kir û daxwaza rakirina kontrolên edlî red kir. Herwiha dadgehê danîşîn taloqî 15’ê Çileyê 2026’an kir.
				
 
				 
				 
				 
				 
				





