'Em bi hev re têkoşînê mezin bikin'

  • 15:13 14 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
STENBOL - DEM Partî û partiyên pêkhate ji bo hevdîtina bi gel re ya li Esenyurtê banga tevlibûnê kirin û gotin: “Li dijî rejîma qesrê em bi hev re têkoşînê mezin bikin.” 
 
DEM Partî, EHP, EMEP, SMF, TÎP û TOP dê di 25’ê Cotmehê de li Qada Esenyurtê ya Stenbolê bi dirûşma “Ji bo ked, aştî, edalet û azadiyê em bi hev re têbikoşin” hevdîtina gel li dar bixin. Ji bo hevdîtinê, li avahiya DEM Partiyê ya Stenbolê daxuyanî hat dayin. Metna daxuyaniyê Berdevka TOP’ê ya Stenbolê Nîlay Kuş xwend. 
 
Nîlay Kuş, diyar kir ku ji ber polîtîkayên rejîma qesrê welat ber bi pêşerojeke tarî ve diçe û got: “Polîtîkayên rêveberiya rejîma yekzilam û hêzên wê yên sermayeyê yên li welat û derveyî welat û bernameya wan a aboriyê, mercên jiyanê yên karker, kedkar, jin û ciwanan giran kiriye. Di rewşekî wiha de daraz, ji bo muxalefetê dîzayn bike û veguherîne ‘muxalefeta majeste’ weke ço tê bikaranîn. Di vê çarçoveyê de siyasetmedar, rojnameger, şaredar, xebatkar, rewşenbîr, sendîkavan û her kesên muxalîf bi hincetên vala tên girtin.” 
 
Bi domdarî Nîlay Kuş da zanîn ku îktîdar ji bo çareserî û aştiyeke mayinde ya pirsgirêka Kurd û di mijara wekhevî û çareseriya demokratîk de gavên şênber naavêje. Nîlay Kuşê got ku di vê serdemê de hemû çavkaniyên sererd û binerd tên talankirin, pêşkeşî sermayedarên xwecihî-biyanî tên kirin, xweza tê talankirin, bi siyaseta qeyûm îradeya gel tune tê hesibandin, zexta siyasî her ku diçe giran dibe. 
 
Di berdewamê de Nîlay Kuş bang li hemû kedkaran, gelan, hêzên daxwaza aştî, edalet û azadiyê dikin kir ku li dijî rêveberiya yekzilamî xwe birêxistin bikin û têkoşîna yekbûyî mezin bikin. Nîlay Kuş, da zanîn ku dê di 25’ê Cotmehê saet di 15.00’ê de li Qada Cumhuriyetê ya Esenyurtê hevdîtina gel li dar bixin û ev bang kir: “Em bang li tevahiya raya giştî, partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk dikin ku tev li vê hevdîtina me bibin û têkoşîna li dijî rejîma qesrê mezin bikin.”