
Bi Hilweşandina Dogmatîzma Kirdeyî û Nesneyî, li tenişta zinar firîn
- 09:02 10 Cotmeh 2025
- Jineolojî
"Rêxistinbûn û jiyana komunal û avabûna pergala konfederal demokratîk e. Di her qada jiyana civakî de û di astê netewa demokratîk de, pergaleke jiyanê ya azad ya li ser wekhevî û hevjiyana azad hatiye avakirinê ye."
Husna Emek
Nexşerê ku mijara çareseriya federalîst a li her çar alî dike mijar, di serî de qebûlkirina nasnameya Kurd û rêzdariya li hember nasnameyê esas digire.
Di vî alî de Iraq nehatiye vê astê; Sûriye Kurdan wek welatî nahabîne; Îran veguherîna federe a modela rêveberiya eyaletê li demê belav dike; Tirk jî di hevkariyên mezin e tê bibîrxistin.
Tespîta, nûbûna van têkiliyan dibe şoreşa zîhniyetê, derdikevin pêş. Herî dawî hevkariya stratejîk û dîroka hevpar a dema komarê anîne rojevê û gotin: “Tirkan wek netew tecrube kirine ku bêyî Kurdan demên krîtîk de wê kareset pêk bê.” Li aliyê din jî tê gotin ku bêyî federasyonê jî çaresreiya demorkatîk ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dikare bê destpêkirin û li parçeyên din jî bi bandor be. Çareseriyê delwetê ne xwedî kapasîteya çareserkirina pirsgirêkên civakîne. Piranî çareseriyên xwe dispêrin hevkariyê ya berjewendiyên deshtilatdariyan. Abdullah Ocalan diyar dike ku ev çareserî li şûna pisgirêka çareser bike girantir dike û wiha dibêje: “Ji bo çareseriyên bi kok yên pirsgirêkên civakî divê esasên civakî yên demorkatîk bikevin dewrê û rola xwe bilîzin.”
Di 2011’an de pêvajoya Bihara Ereban ji Tunusê dest pê kir û li Rojhilata Navîn belav bû. Berdewamiyê de mudaxaleya global li hember Sûriyeyêk hat û derfeteke wisa dîrokî hat bidestxistin. Şoreşa Rojava ku veguherî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xwedî potansiyela ku rola dîrokî lîstiye. Gelê kurd û jinên Kurd li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedanek dîrokî nîşan dane û bandorek demokratîk a girîng afirandin. Şoreşa Jinê û azadiya civakî, zemîna mudaxaleya hêzên hegemonîk bi sînor kir. Avakirina pergala kofederal a demokratîk, xweseriya demokratîk û netewa demokratîk, bi parastina ceweherî, rêxistibûna civakî a demorkatîk pêş ket. Polîtîkayên bênasnamehiştinê yên Sûriyeyê hatin hilweşandin û nasnameya Kurd û jinê di asta global de gihişt hêzeke xurt. HTŞ’ê di 8’ê Kanûnê de rejîma Şamê xist û reşwek nû derket holê. Modela çareseriyê ya demokratîk ku 13 sale heye ji Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê dike û li parçeyên din dikare pêşiya çareseriyê vebike. Geşedanên tên jiyîn vê pêşveçûnê piştrast dike.
Esasên civaka demokratîk an jî esasên modernîteya demokratîk dibe çareseriya netewa demokratîk. Çareseriya netewa demokratîk, modela çareseriyê ya rêgezên çareseriya demokratîk esas digire ye. Çareseriya rizgargûna ji krîz û kaosa ku dewlet ferz dike ye. Abdullah Ocalan û tecgera azadiya Kurd bi pêşxistina paradîgma modernîteya demokratîk pêşiya çareseriya demokratîk vekiriye. Bi lêpirsînkirinên sosyalîzma reel re, bi paradîgma nû re xwe digihîne serxwebûn û pênaekirinê. Li şûna çareseriya dewletê, çareseriyek bê dewlet, ji desthilatdariyê dur ketine û pergaleke xwe dispê re rêveberî û îradeya civakiye. Rêveberiya civaka demokratîk wek konfederalîzma demokratîk tê sîstematîzekirin. Pergal û jiyaneke komunal a demokratîk e.
Çareseriya neteweya demokratîk, naqokiya neteweyî ya serdest û bindestiyê ji holê radike, tu nasnameyê wek kêmar pênase nake û nake alav. Pergaleke siyasî û civakî dihewîne. Xwe dispêre têkilî, rêxistinbûn û jiyana komunal û avabûna pergala konfederal demokratîke. Di her qada jiyana civakî de û di astê netewa demokratîk de, pergaleke jiyanê ya azad ya li ser wekhevî û hevjiyana azad hatiye avakirinê ye. Rêxistibûna xweser a civakê ye. Berovajî zîhniyet û pêkanînên dewleta Tirk, zelale, aşkeriye û tevliker e. Bi demokrasiyê li her qadê îrade û gotina civakê derxistiye pêş e. Di nexşerê de wiha tê gotin: “Neteweya demokratîk ji bo Kurdan wek demokratîkbûna civaka sivîl dikare bê pênasekirin. Ev sazbûn wek rêxistina sîwaneya civaka sivîl li gorî xweserbûnê di giştîbûna ‘gelê Tirk’ an jî ‘netewa Tirk’dikare bê rûniştin.”
Di vir de bi têgeha netew an jî gel ji plana duyem tê derxistin û nayê tunehesibandin. Demokratîkbûna civaka svîl, rêxistibûna xweser û îradeya azad, pêşxistina rêveberiya xwser û parastina cewherî dihewîne. Ji yekîneya herî biçûk heta yekîneya komunal a herî berfireh ku xwe bixwe rêve dibe, esas tê girtin. Mijarên wekê aborî, civakî, ewlehî, dîplomatîk bi têkoşîna demokrasiya radîkal pêkane. Çawa sazî û îdareya dewletê hebûna xwe didomîne, saziyên civaka demokratîk û rêveberî jî bi hêza xwe ya rêxistinkirî digihêje îfade û îfadeya azad.
Li Başûr ji ber planên înkar û îmhayê pê negirtiye, bi tevgera Azadiya Kurd re zemîna diyalogê ji nûve hatiye avakirin. Di nexşerê de planên çalakiyê yên hem neçareserî hem jî çarseriya ferz dike, bi encamên wê re tê nirxandin. Plana çareseriyê ya demokratîk astan şênber dike. Ev pêvajo; biryara bê pevçûnê, ji aliyê dewletê ve avakirina zemîna hiqûqî û encama xebatên Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê de, anîna efûyê ya rojevê, valakirina zindanan, tevlibûna siyaseta legal a demokratîk.
Rewşa Abdullah Ocalan ji ber pozîsyona wî ya rêbertiyê taybet tê dest girtin. Ji bo azaiya wî xebat meşandin û tevlibûna jiyana azad û siyasetê ye. Di vê çarçoveyê de pêkanîna projeya çareseriya demokratîk ji pêşengiya Abdullah Ocalan û bi tevlibûna aktîf re tê girêdan. Dema ev şert û merc pêk bê wê tevlibûna pêvajoyê jî pêkan be. Veguherîna demokratîk û pêvajoya çareseriyê bi pêşketina kordîneyî ya gavên ku Ocalan, tevgera azadiyê û dewlet davêje pêkan be. Avêtina hîmên komara demokratîk bi çaresreiya pirsgirêka Kurd pêkane. Dikare zîhniyeta qirkirinê, pergal û polîtîkayên tunekirinê şer, çalî dîrokê bê kirin û destpêkek nû pêk bê. Di serî de Kurd û jin divê wek kirde tevli siyaseta demokratîk bibin.