Amîne Sîtî Aktaş : Çîrokbêjî Hunerek xwezayî ye

  • 09:03 12 Cotmeh 2025
  • Çand û Huner
 
Neslîhan Kardaş
 
WAN- Çîrokbêj Amîne Sîtî Aktaş di 25 salî de bi guhdarkirina çîrokê re dikeve riyan û li gelek bajaran digere, çîrokên kom dike bi guhdarvanan re tîne gel hev.
 
Çîrokbêjêjin Kurd ku veguhezkarên kevneşopiya wêjeya devkî ne ,di parastina bîra civakî de cihekî girîng digirin. Çîrokên ku di şevên dirêj yên zivistanê ne, bîra zindî ya gelekî ava dikin.
 
Çîrokbêj bi çîrokên vedibêjin paşerojê heta îro tînin û nasnameya gelê Kurd, berxwedan û feslefeya jiyanê radigihînin nifşên pêşerojê. Bi Kurdan re çîrokbêjî mîrateyeke ku tê jiyînê ye.
 
Amîne Sîtî Aktaş ku çanda çîrokbêjiyê dide jiyîn, di turikê wê de gelek çîrok hatine komikrin. Amîne Sîtî di 25 salî de yekem car çîrokan guhdar dike û li gelek bajarên Kurdistanê digere û çîrokan kom dike.
 
Amîne Sîtî Aktaş der barê çîrok û çîrokbêjiyê de axivî.
 
‘Çîrok û çîrokbêjî roj bi roj winda dibin’
 
Ameîne Sîtî Aktaş daxuyakirin ku di dîrokê de cihê çîrokbêjiyê gelek girînge û got: “Ev çanda ku roj û şevên me beewl dide, nêrînek nû ya li jiyan be. Dîsa li ser çand û ziman jî çîrok û çîrokbêjî cîhekî girîng digirin. Di serdema teknolojiyê de çîrok û çîrokbêjî roj bi roj winsa dibe. Divê em çîrokan ji zarokên xwe re vebêjin.”
 
‘Em her ku mezin dibin xeyalan nakin’
 
Amîne Sîtî Aktaş destnîşan kir ku kesên çîrokan ji wê guhdar dikin dibêjin ew diçin zarokatiya xw û got: “Divê çîrok hem ji zarok hem ji mezinan re bên vegotin. Piranî divê ji mezinan re bên vegotin. Ji ber em her ku mezin dibin em xeyalan nakin. Bi çîrokan tiştên nû tên jiyîn. Ji ber vê çîrok û çîrokbêjî girîngin.”
 
‘Min biryar da çîrokên Kurdî kom bikim’
 
Amîne Sîtî Aktaş di berdewamiyê de wiha got: “Min di 25 saliya xwe de çîrok ji dayika xwe guhdar kirin. Piştî min guhdarî kirin ez gelek bi bandor bûm.Rastiyek jiyanê hebû. Dayika min 7 zarok mezin kiribûn. Derfeta dayika min çênebibû çîrokan ji me re vebêje. Li gorî min ev valahiyek bû. Min biryar da ez çîrokên Kurdî kom bikim. Ji ber hewcedariya min pê hebû. Ji bo çîrokan ez ketim rê. Çûm Wan, Mûş, Bedlîs, Colemêrg û gelek bajarên din.  Min gelek çîrok kom kirin. Hinek çîrokan jiyana min guhert. Her çîrokekê tiştekî nû derxist pêş min. Ez ji guhdarvanên xwe bertekên gelek erênî digirim. Pir diecibînin.”
 
‘Divê em vê qadê vala nehêlin’
 
Amîne Sîtî Aktaş destnîşan kir ku dema çîroka vedibêje hemû xemginiyan ji bîr dike û wiha dirêjî dayê: “Ez pirsgirêkên rojane ji bîr dikim. Dema çîroka vedibêjim her tim bi kelecan û kêfxweşî vedibêjim. Gûhdarvan jî kelecan û kêfxweşiya min dibînin.  Çîrokbêjî çandeke. Ji bo Kurdan cihekî girîng digire. Ji bo zimanê xwe ji bo zimanê me bê jiyîn divê em çîrokên Kurdî ji zarokên xwe re vebêjin. Divê em vê qadê vala nehêlin. Çîrokbêjî hunerek xwezayî ye.”