Abdullah Ocalan hişyarî kir: Hêzên hegemonîk amadekariyan dikin

  • 12:41 11 Cotmeh 2025
  • Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Şanda Îmraliyê Pervîn Buldan ji Ajansa Welat re axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina wan a dawî de derbarê pêvajoyê de hişyarî kiriye û got, "Ger gav neyên avêtin an jî pir dereng werin avêtin, hêzên ku li dijî pêvajoyê ne dê hîn xurttir bibin. Pêvajo di qonaxek wisa de ye ku hêzên hegemonîk û herêmî amadekariyan dikin."
 
Endama Şanda Îmraliyê û Serokwekîla Parlamentoyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partî) Pervîn Buldan di hevpeyvînek bi Ajansa Welat re de hûrguliyên derbarê hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re parve kirin.
 
Abdullah Ocalan Balê Dikişîne ser hevdîtinên sînorkirî 
 
Pervîn Buldan, diyar kir ku gelek kom dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û anî zimanku civînên şandeyê re tên kirin kêmin. Pervîn Buldan, teqez kir ku pêwîstiya Abdullah Ocalan bi parastina têkiliya bi raya giştî re heye û got, "Di gelek hevdîtinên xwe de, Abdullah Ocalan balê dikişîne ser hevdîtinên sînorkirî yên ku têne lidarxistin û dibêje ku xebata bi vî rengî dijwar e."
 
'Ger gav dereng werin avêtin, hêzên dijber dê xurt bibin'
 
Pervîn Buldan, hevdîtina dawî ya ku di 3'yê Cotmehê de pêk hat, vegot û got, "Me hevdîtineke pir girîng kir.  Birêz Abdullah Ocalan li ser gelek mijaran nirxandinên berfireh kirin, ji serdema nû ya ku bi vekirina Parlamentoyê dest pê kir bigire heta xebata komîteyan, pêşketinên li Rojhilata Navîn û hwd. Birêz Ocalan anî ziman ku pêvajo di qonaxek girîng de ye û divê gav bi hev re werin avêtin. Birêz Ocalan hişyariyek jî da û got, 'Ger gav neyên avêtin an jî gav dereng werin avêtin, hêzên ku li dijî pêvajoyê ne dê hîn xurttir bibin."
 
'Nirxandinên wî yên girîng hene ku bi komîsyonê re parve bike'
 
Pervîn Buldan, nêrînên Abdullah Ocalan ên li ser komîsyona parlementoyê parve kir û got, "Birêz Ocalan komîsyonê pir girîng û watedar dibîne. Ew xebata komîsyonê ji nêz ve dişopîne û di hemû hevdîtinên me de li ser hemû agahdariyên têkildar dipirse. Birêz Ocalan dizane ku dem pir zû derbas dibe û tekez dike ku divê her kêlî bi gavên erênî were nirxandin. Ji ber vê yekê, divê komîsyon biçe Îmraliyê û di zûtirîn demê de bi wî re hevdîtinê bike. Birêz Ocalan diyar kir ku pêvajo di qonaxek wisa de ye ku hêzên hegemon û herêmî amadekariyan dikin. Bi vê rastiyê re, Birêz Ocalan dixwaze leza pêvajoya aştî û çareseriyê zêde bike. Birêz Ocalan tekez kir ku nirxandinên wî yên girîng hene ku bi komîsyonê re parve bike û her wiha perspektîfek pir girîng heye ku pêşkêşî komîsyonê bike."
 
Abdullah Ocalan: Divê rayedar dest ji zimanê fefxwarinê berdin
 
Pervîn Buldan, nirxandinên Abdullah Ocalan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parve kir û got, "Nirxandinên berê yên Birêz Ocalan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêguherîn mane. Ev nêrîn li ser bingeha lihevkirina siyasî û civakî ya li ser bingeha qanûnê û mafê jiyanê di çarçoveya neteweyek demokratîk de û rêya sêyemîn in. Birêz Ocalan nirxandinên maqûl ên li ser Rojhilata Navîn dike. Birêz Ocalan dizane ku Rojhilata Navîn navendek pirsgirêk û çareseriyan e. Birêz Ocalan diyar kir ku divê rayedarên dewletê dev ji zimanê gefxwarinê berdin û girîngiya zimanê erênî û avaker ji bo hem Tirkiye û hem jî Sûriyeyê dubare kir.
 
Pervîn Buldan destnîşan kir ku Abdullah Ocalan zimanê neavaker ê çapemeniyê rexne kiriye û got, "Birêz Ocalan bi tundî rexne li zimanê çapemeniyê kir. Birêz Ocalan nerehetiya xwe ya li hember zimanê dijminane yê ku ji hêla hin kanalên televîzyonê û şîrovekaran ve têN bikar anîn anî ziman."