Eleqeya ji bo turnuvaya Gulistan Doku mezin e

  • 09:03 2 Hezîran 2024
  • Tenduristî/Werzîş
 
 
RIHA - Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê, li ser navê Gulistan Doku bi dirûşmeya ‘ciwan li dijî şerê taybet li qadan e’ turnuvaya futbolê dan destpêkirin û li gelek bajaran didome. Li Rihayê turnuva di 10’ê Hezîranê de destpê dike. Endama Ciwanan a DEM Partiyê Bêrîvan Kocaoglu got: “Di esasê de armancame ya sereke bi tevlibûna jinan a turnuvayê, zîhniyeta serdest a di civakê de biguhere.”
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi dirûşmeya ‘li dijî şerê taybet êkoşînek bi heybet’ li ser navê Gulistan Doku ya di 5’ê Çileyê ya 2020’î de li Dêrsîmê hat windakirin û aqûbeta wê nayê zanîn, turnovaya futbolê da destpêkirin. Turnuva ku ya yekemîn li Dêrsîmê hat destpêkirin li gelek bajaran didome. Di 10’ê Hezîranê de wê li Rihayê pêk bê.
 
‘Me di şexsê Gulistanê de xwest balê bikşînin ser pêkanînan’
 
Endama Ciwanan a DEM Partiyê Bêrîvan Kocaoglu der barê turnuvayê de nirxandin kir û got bi taybet jin eleqeyek mezin nîşanê turnuvayê didin û wiha pê de çû: “Bi armanca em balê bikşînin ser tiştên ku di şexsê Gulistan Doku de hatiye jiyîn me ev turnuva da destpêkirin. Em her sal wek meclîsa ciwanan bi rêk û pêk turnuvayan pêk bînin. Navê turnuvaya me ya îsal Gulistan Doku ye. Di şexsê Gulistanê de me xwest em balê bikşînin ser jinên hatine qetilkirin.”
 
‘Me li dijî şerê taybet berteka xwe danî holê’
 
Bêrîvanê destnîşan kir ku yek ji armanca wan a din ev e ku bertekên xwe yên li dijî polîtîkayên şerê taybet bînin ziman û wiha pê de çû: “Xebatên me du meh in didomin. Dîroka dawî ya serlêdanê 21’ê Gulanê bû. Ji 21’ê Gulanê şûnde xebatên turnuvayê li her derê hatin destpêkirin. Me bi şîara ‘li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’ da destpêkirin.”
 
‘Me xwest em balê bikşînin ser qetilkirinên jinan’
 
Bêrîvanê daxuyakirin ku starta turnuvayê li Dêrsîmê dane û wiha domand: “Ji bo em balê bikşînin ser aqubeta Gulistanê me li wir da destpêkirin. Ji bo me jin û ciwan di plana pêş de ne. Li gelek navend û navçeyan xebatên me hatin destpêkirin. Em bertekên gelek erênî digirin. Tevlibûna jinên ciwan pir zêde ye. Turnuva bê navber didome. Bi tevlibûna jinan hedef ev e ku nêrîna serdet a mêr a di civakê de bê guherîn. Em bi turnuvayê balê dikşînin ser tundiya li ser jinan. Li Rihayê jî zextên li ser ciwanan zêde bûne. Em dixwazin jin tevli van turnuvayan bibin, xwe rêxistin bikin. Di vê çarçoveyê de bi tevlibûna jinan wê nêrîna di civakê de biguhere.”
 
‘Em tevlibûna hevalên jin dipên’
 
Bêrîvanê wiha dawî lê anî: “Ji seranserê Rihayê tevlibûna turnuvayê pir zêde ye. Wekî ku ciwan li bende bernameyên wisa bûne. Di vî alî de wê hîn xebatên me yên xweştir hebin. Serlêdanên ji Rihayê pir zêde ne.  Em dixwazin hîn bêtir zêde be. Bi taybet divê jinên ciwan tevli bibin. Ev ji bo me pir girîng e.  Em bawer in ku wê tevlibûn hîna zêde bibin û ji niha de spasiyên xwe dikim.”