Dayikên Aştiyê:Heta gavên şênber têkoşîna me wê bidome
- 09:02 27 Mijdar 2026
- Rojane
Rabîa Onver
WAN - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê bertek nîşanê netahliyekirina girtiyên nexweş dan û xwestin di çarçoveya pêvajoya du sale didome de gavên şênber bên avêtin. Dayikan gotin heta pêvajo negihêje armanca xwe wê têbikoşin.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê bertek nîşanê astengkirina tahliyeya girtiyên nexweş dan û bi daxwaza gavên şênber bên avêtin çûn Serokatiya AKP’a Wanê û bi heyetek AKP’î re hevdîtin kirin. Dayikên Aştiyê di hevdîtinê de diyar kirin ku divê ligel girtiyên nexweş divê hemû girtiyên siyasî bên ben berdan û ji bo pêvajoyên gavên şênber bên avêtin.
‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin’
Saadet Oklu da zanîn ku di hevdîtina li avahiya AKP’ê kirine erênî derbas bûye û got: “Bi dilgermî em pêşwazî kirin. Lê ev têr nake. Divê gavên şênber bên avêtin. Divê daxwazên me bên cih. Divê girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî bên erdan. Ev du sale ev pêvajo didome lê dewletê gav navêtiye. Heta em negihêjin armanca xwe wê têkoşîna me bidome.”
‘Wê têkoşîna me bidome’
Ayşe Alici jî da zanîn ku ji bo gavên şênber bên avêtin bi heyeteke AKP’ê re hevdîtin kirine û wiha dirêjî dayê: “Heta gavên şênber neyên avêtin têkoşîna me wê bidome. Ev du sale hîna dewletê gav navêtiye. Em vê qebûl nakin. Divê demidlest girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî bên berdan.”
Kevser Fîdan jî destnîşan kir ku ji bo girtiyên nexweş û hemû girtiyên din bên tahliyekirin hevdîtin kirine û wiha domand: “Ev du sale tu gaveke şên ber nehatiye avêtin. Em ji boz iman, çand, nasname û axa xwe têdikşin. Têkoşîna me heta ku serokê me azad nee wê bidome. Em mafê xwe dixwazin wekê din tiştekî naxwazin.
Emîne Çîçek jî bi lêv kir ku divê girtiyên siyasî azad dibin û her kes ji bo pêvajoyê berpirsyariya xwe bîne cih, û dewlet gavên şênber bavêje.







