Di meha mijdarê de li Îranê herî kêm 17 jin û 4 zarok hatin kuştin
- 10:14 26 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di meha mijdarê de, li bajarên cuda yên Îranê herî kêm 17 jin û 4 zarok hatin kuştin du jin li Girtîgeha Adelabada Şîrazê hatin darvekirin.
Li Îranê sûcên kuştina jinan berdewam dikin tundiya li dijî jinan di nava malbatê de bi navê ‘têkiliyên evîndariyê’ zêde dibin. Jin ji kuştinê nayên parastin li malên xwe ji aliyê kesên nêzî xwe ve tên kuştin.
Di meha Mijdara îsal de, li gelek bajar û herêmên Îranê pêlên nû ya sûcên kuştina jinan hatin tomarkirin. Di encama van sûcan de herî kêm 17 jin û 4 zarok hatin kuştin. Ev sûc ji aliyê hevjînê wan, hevjînên berê yan jî endamên malbat û kesên nêzî wan ve hatin kirin. Her wiha, li girtîgeha Adilabadê ya bajarê Şîrazê, îdam li ser du jinan hat sepandin. Di heman demê de raporên der barê hinek bûyerên xwekuştinê û mirina jinan de jî hatin weşandin.
Tundiya li dijî keçên biçûk û jinên ducanî zêde dibe
Li gorî bûyerên hatine tomarkirin di navbera 23’ê Cotmehê heta 21’ê Mijdarê de, pêla tundiyê berfireh bûye. Keçên temenê wan biçûk, jinên ducanî û dayîk rastî tundiyê tên û ev yek tenê li bajarekî yan herêmek bi sînor nîn e. Berevajî vê, ji Kirmanşan û Xoyê heta Tehran, Mazenderan, Îranşehr û gelek herêmên din belav bûye.
Di raporan de hinek sûcên kuştinê yên ku ji derveyî vê heyama diyarkirî qewimîne jî hatine qeydkirin. Yek ji wan, kuştina Zehra Suleymanî ya 32 salî ya ji bajarê Hersînê bû, ji aliyê hevjînê xwişka xwe, Kamran Sefrî Besarî ve hat kuştin. Her wiha, li bajarê Meşhedê jî werzîşvaneke navdar ji aliyê hevjînê xwe yê 33 salî ve hat kuştin.
Ev bûyer berdewamiya tundiya li ser bingeha zayendî li Îranê nîşan didin. Têkiliyên malbatî û yên evîndariyê ku divê çavkaniya parastin û ewlehiyê bin; vediguherin çavkaniya gef û kuştinê. Di vê rewşê de jin zarokên keç dibin hedefa tundiya ku berdewam dike, tu mekanîzmayên parastinê ji bo wan tune ne û berpirsiyarên van sûcan bi awayekî pêwîst nayên darizandin.







