Li bajaran 25’ê Mijdarê: Li dijî tundiyê meşiyan
- 15:15 25 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Tirkiyeyê bi minasebat 25'ê Mijdarê bi pêşengiya TJA'yê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyama têkoşîna hevpar a li dijî tundiya mêr hat dayîn.
Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan meş hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.
Şirnex
Li Şirnexê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) meşek hat lidarxistin. Jinên ku li Qada Omer Kabak hatin cem hev, bi çepik û tilîliyan ber bi Qada Cumhuriyetê ve dest bi meşê kirin. Di meşa ku pankarta “Bi hêza cewherî û vîna azad niha dema jinê ye” hat vekirin de wêneyên jinên hatine qetilkirin hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Kuştina jinan polîtîk e”, “Bijî berxwedana jinan”, “Jin, jiyan, azadî, azad bike rêbertî” û “Bijî parastina jinê” hatin berzkirin. Piştî meşê çalakvana TJA’yê Nafiye Geçgel metna daxuyaniyê xwend.
‘Hevrêtiya Rêber Apo ji bo me rûmet e’
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî, jinên hatine qetilkirin bi bîr anî û bal kişand ser girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji bo azadiya jinê û wiha got: “Li hemberî zextên li ser jin û civakê em xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derdikevin. Ev pêvajo ji bo jinan xwedî girîngiyeke mezin e. Divê pêvajo ne tenê wekî danîna çekan û bidawîbûna pevçûnan bê nirxandin; divê di warê vekirina rêya azadî û keda jinan û wekheviya jin û mêr de jî bê nirxandin. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan her hefte silavên xwe ji jinan û hevrêtiya jinê re dişîne. Nêzîkatî û hevrêtiya Rêber Apo ya derbarê azadiya jinê de ji bo me rûmet e. Em jî wekî jin, dayik û jinên ciwan ên Şirnexî silavên xwe jê re dişînin û diyar dikin ku em ê layiqî têkoşîna azadiya jinan bin.”
Mereş
TJA'yê li taxa Narli ya navçeya Bazarcixê ya Mereşê meşek li dar xist. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, dayika Alev Koç a ku di 9'ê Sibatê de ji aliyê Hasan Huseyin Subaşi ve hate kuştin û gelek jinên din beşdarî meşê bûn.
'Em bi şîdeteke ku keda jinan bêqîmet dike re rû bi rû ne'
Çigdem Kiliçgun Uçar di civîna çapemeniyê ya piştî meşê de axivî û got, "Em ji vê cihê ku Alev Koç lê hatiye kuştin dengê xwe bilind dikin. Piştî kuştina Alev Koç, Huseyin Subaşi çû Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê. Ew sûc wekî 'kuştina terorîstekê' bi nav dike. Parêzerên malbatê dibêjin ku sûcdar bi kesên di hêza polîsan de di têkiliyê de ye. Em bi şîdeteke ku keda jinan bêqîmet dike re rû bi rû ne."
Dûv re dayika Alev Koç, Cennet Koç, got, "Bila êdî Alev nemirin, bila edalet pêk were."
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û çepikan bi dawî bû.









