Li dijî tundiya li ser jinan hilkişiyan lûtkeya Çiyayê Meretoyê
- 14:33 25 Mijdar 2026
- Rojane
AMED - Li Sasonê jin ji bo ku balê bikişînin ser 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan çûn ser lûtkeya herî jor a Çiyayê Mereto.
Jinên di Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Pasûrê de dixebitin, di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de, ji bo balkişandina ser tundiya li ser jinan û avakirina hişmendiyeke civakî hilkişiyan lûtkeya Çiyayê Meretoyê.
Meşa ber bi lûtkeyê ve di saet 05.00ê sibehê de ji gundê Hîrût yê Sasonê dest pê kir û di saet 12.30yan de bi gihîştina lûtkeya Çiyayê Meretoyê bi serkeftî bi dawî bû.









