Ji parêzeran daxuyaniya 25'ê Mijdarê

  • 12:57 25 Mijdar 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - Rêxistinên hiqûqê yên li Şirnexê di daxuyaniya xwe ya ji bo 25’ê Mijdarê de diyar kirin: “Em ê di salonên dadgehan, korîdorên edliyeyan, qereqolan, girtîgehan û di hemû qadên jiyanê de piştgiriya bi jinan re û têkoşîna xwe ya mafan bidomînin.”
 
Komisyona Jinan a Şaxa Şirnexê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Navenda Mafên Jinan a Baroya Şirnexê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan li Cizîrê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Gelek parêzerên jin tev li daxuyaniya ku li pêşiya Edliyeya Cizîrê pêk hat bûn. Parêzerên ku bi cûbeyên xwe tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li hemberî tundiyê bêdeng namînin, em mafê jiyanê yê jinan diparêzin” hat vekirin û dowîzên “Mafê jiyanê yê jinan ji nîqaşê re girtî ye” û “Hinceta tundiyê nabe” hatin hildan.
 
Endama Lijneya Rêveber a Baroya Şirnexê Edibe Burcu Mungan beriya daxuyaniya çapemeniyê axaftineke kurt kir û got: “Tundiya li ser jinê binpêkirineke giran a mafê jiyanê ye. Têgihiştina bêcezakirina di tundiyê de dê bi tu awayî neyê qebûlkirin. Em ê ji bo ku jin jiyaneke bê tundî, wekhev û azad bijîn têkoşîna xwe bidomînin. Tu jin neçar nîne ku bi tirsê bijî. Em daxwaza xwe ya jiyaneke ku tundiya li ser jinê tê de bi dawî bûye dubare dikin û mafê jiyanê yê jinan diparêzin.”
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê endama OHD’ê Guneş Ozlem Demîr ve hat xwendin û wiha hat gotin: "Em 25’ê Mijdarê ne tenê wekî rojeke bîranînê, lê wekî rojeke têkoşînê ya ku em têkoşîna xwe ya azadî, wekhevî û edaletê tê de mezin dikin pêşwazî dikin. Em ê di salonên dadgehan, korîdorên edliyeyan, qereqolan, girtîgehan û di hemû qadên jiyanê de piştgiriya bi jinan re û têkoşîna xwe ya mafan bidomînin. Em ê bi hêza xwe ya cewherî, bi îradeya xwe ya azad û bi têkoşîna xwe ya birêxistinkirî jiyaneke azad û wekhev bi hev re ava bikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.