'Jêderka esil a pirsgirêkê înkara kurdan e'
- 12:19 25 Mijdar 2026
- Rojane
STENBOL - Rêxistiniya "1001 îmze ji bo aştî û komara demokratîk" ku ji parêzvanên mafên mirovan, akademîsyen û hunermendan pêk tê, di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de deklerasyonek ji 4 xalan weşand.
Rêxistinî wê karên xwe yên kampanya îmzeyan 26'ê Mijdarê saet di 12:00 de li Taksim Hill Otel a li Beyoglu ya Stenbolê bi civîneke çapemeniyê li raya giştî re ragihandîne.
Di daxuyaniya li ser mijarê de hate ragihandin ku bi dirûşma "7 avhewa, li 7 herêman ji bo me welatekî hîn baştir pêkan e" wê ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk vîzyoneke şênber dîne holê.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo pêçandina birînên berê, çareserkirina pirsgirêkên heyî bi hev re û avakirina siberoja hevpar divê gotin û îrade bê mezinkirin.
Di deklarasyona ji çar xalan de ya ku rêxistiniyê weşand, ev daxwaz hate kirin:
"- Di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de ya li Tirkiyeyê dewam dike, em piştgiriyê didin wê hewldanê ku weke gava destpêkê bêçekbûn û her cûreyê tundiyê ji rojeva welêt û civakê bi temamî derdixîne.
- Em piştgiriyê didin wan hewldanan ku bi zanebûna ku çavkaniya pirsgirêkê înkarkirina hebûna Kurdan e, daxwaza welatîbûna wekhev bi destûra bingehîn bê ewlekirin, mafên perwerde û hîndekariya bi zimanê dayikê bêne naskirn û bi vî rengî dawî li neheqiya dîrokî bê anîn.
- Em destekê didin hewldanên bicihkirina Komara Tirkiyeyê li çarçoveyeke dewleta hiqûqê, demokratîk û azad û daxwazên bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.
- Em piştgiriyê didin wê yekê ku aktorên pêvajoya çareserkirina pirsgirêka bi qasî dîroka Tirkiyeyê kevn e di nava mercên wekhev û azad de muzakereyê bikin û rêgeza mafê hêviyê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih were anîn."









