Kampanyaya ‘Ji darvekirinan re na’ di hefteya 146’an de ye

  • 13:03 10 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÜÇEYAN -Kampanyaya ‘Sêşema ji darvekirinan re na’ grevên birçîbûnê yên heftane li 66 girtîgehên Îranê didomîne. Kampanyayê bi gotinên; “Makîneya darazê kuştinê didomîne” diyar kir ku di mehek de ji 40’î zêdetir mirov hatine darvekirin.
 
 Endamên kampanyaya ‘Sêşema ji darvekirinan re na’ di hefteya xwe ya 146’an de li 66 girtîgehên li seranserê Îranê dest bi greva birçîbûnê kirin.
 
Di daxuyaniya kampanyayê ya vê hefteyê de hat ragihandin ku di navbera roja 3’yê Mijdarê û Yekşema 8’ê Mijdarê de 6 kes hatine darvekirin. Li gorî daxuyaniyê, di mehek de hejmara kesên hatine darvekirin ji 40’î derbas bûye û ji roja Sêşemê vir ve herî kêm 15 kes hatine darvekirin; ji vana 6 jê girtiyên siyasî bûn.
 
Zext û darvekirin didomin
 
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Roja Sêşemê, 1’ê Mijdarê, rejîma darvekirin û zextê du girtiyên serhildana meha Çileyê, Emîr Huseyîn Malekî û Emîr Huseyîn Îbrahîmî, li Îsfahanê; roja Şemiyê welatiyê Belûc Mihemed Arif Şahbakş û roja Yekşemê jî Hesen Deoband, Hemîd Kazemî û Reza Zenganeh li Kerecê darve kirin. Çend roj berê cezayê darvekirinê yê Hesen Deoband û Hemîd Kazemî, ligel eşkerekirina îşkence û darvekirinên sexte, hat ragihandin û rejîmê ew bêyî derengmayîn darve kirin.”
 
Bi îşkenceyê hat kuştin
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di bûyereke din de, îşkencekaran Hedayet Lalrizadeh li navenda binçavkirinê ya ewlehiyê ya Ehwazê bi îşkenceyê kuştine û cenazeyê wî li çolên Xuzistanê hiştine, wiha hat gotin:
 
“Li gorî daneyên hatine belavkirin, hejmara darvekirinên di meha Mijdarê de 40 derbas kiriye û ji roja Sêşemê vir ve herî kêm 15 kes hatine darvekirin, ji vana 6 jê girtiyên siyasî bûn.
 
Cezayên mirinê
 
Hikûmeta ku ji serhildana gel ditirse, hefteya borî di nav de Amir Husên Mûsewî, Emîr Riza Rezayî, Wehîd Qehremanî, Mehdî Celalî, Homayûn Şebankareh, Wehîd Xodrîxa, Husên Resûlînesab, Mehdî Zerîf, Metîn Şabanî, Amirî, Amirî, Amirî, Metîn Şabani Ebolfazl Sedaghat, Mihemed Mehdî Parsa û Huseyîn Meihamî cezayê darvekirinê da çend girtiyên siyasî.