Ji xwendekarên Qamişlo ji bo zimanê dayikê çalakî

  • 12:23 10 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên bajarê Qamişlo li dijî biryara sînordarkirina dersên zimanê Kurdî bi 3 saetan di hefteyê de xwepêşandanek li dar xistin û daxwaza mafê xwe yê fêrbûna bi zimanê dayikê û naskirina zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî kirin.
 
Xwendekarên dibistanên Hetîn û Şehîd Jîr ên li Qamişlo îro li dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya sînordarkirina dersên zimanê Kurdî li dibistanan bi 3 saetan di hefteyê de xwepêşandanek li dar xistin.
 
Xwepêşandan li çerxerêya Şehîd Osman Sebrî li taxa Hilêliyê dest pê kir û ber bi Gerînendetiya Herêmê li navenda bajêr ve çû, xwendekaran dirûşmeyên pabendbûna bi perwerdeya bi zimanê dayikê qîr kirin.
 
Di xwepêşandanê de, xwendekarên bi navê Diyana Sonchan û Viyan Mehmûd li ser navê xwendekaran daxuyaniyek bi zimanê Kurdî û Erebî xwendin.
 
Di daxuyaniyê de xwendekaran biryara kêmkirina dersên zimanê Kurdî li dibistanan şermezar kirin û destnîşan kirin ku Kurdî ne tenê ders e, lê nasname, çand, dîrok û hebûna gelê Kurd e.
 
Xwendekaran her wiha ji Wezareta Perwerdeyê û hikûmeta veguhêz xwestin ku mafên ziman û perwerdeyê yên gelê Kurd nas bikin û mafên wekhev ji bo hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê garantî bikin.
 
Li ber Gerînendetiya Herêma Qamişlo, xwendekaran bi Gerînendeya Herêmê Cîhan Hesam re civiyan û daxwazên xwe yên derbarê mafên xwe yên perwerdeyê û ziman de pêşkêşî wê kirin û diyar kirin ku divê gavên ji bo garantîkirina mafê wan ê perwerdeya bi zimanê dayikê werin avêtin.