'Bila Rahmî Koç ji jinên Kurd lêborînê bixwze'

  • 13:13 7 Hezîran 2026
  • Rojane
AMED - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amed li hember gotinên zayendparêz ên Rahmi Koç li dijî jinên Kurd bertek nîşan da û diyar kir ku ev gotin ne wekî mîzah û ne jî wekî azadiya derbirînê nayên qebûlkirin.
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amedê der barê gotinên nijadperest ên Rahmi Koç li dijî jinên Kurd de daxuyanî da. Di dema daxuyaniyê de gelek caran dirûşma "Jin Jiyan Azadî" hate berzkirin. Dayika Aştiyê Han,fe Akpolat daxuyaniya bi Tirkî xwend, Dayika Aştiyê Hatice Yaşar jî ya Kurdî xwend.
 
'Em van gotinên nijadperest û zayendperest qebûl nakin'
 
Hatîce Yaşar diyar kir ku helwesta jina Kurd ji bo hemû beşên cîhanê mînakek e û got, "Wekî jinek  Kurd, ez gotinên Rehmî Koç şermezar dikim ku nasnameya etnîkî ya jinên Kurd di bin navê henekê de hedef girt. Îro, jinên Kurd bi helwest, têkoşîn, kesayetî û jiyana xwe ya bi rûmet ji cîhanê re mînak tên nîşandan; ne mimkûn e ku nêzîkatiyên  li ser bingeha hêza sermayeyê werin qebûlkirin. Tu jin nikare bê biçûkxisitn,nasnameya wê ya etnîkî û zimanê wê çi dibe bila bibe."
 
'Tu kes nikare jinên Kurd hedef bigire'
 
Hatîce Yaşar, diyar kir ku parastina van gotinan wekî "henek" an "mîzah" nayê qebûlkirin û got: "Divê mirov bi fikirîna li ser diya xwe, jina xwe an keça xwe bikaribe fêm bike ka ev gotin çiqas bi êş in. Tu gotarek ku jinan biçûk dixe nikare wekî mîzah were hesibandin. Di warê mirovahî, maf û rûmetê de di navbera jinên Kurd û jinên Tirk de ti ferq tune ye. Jin dayik, jin, heval û kedkar in. Jinên Kurd jî sembolek girîng a têkoşîna bi rûmet, berxwedan û hevgirtina civakî ne. Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku divê berî her tiştî ji hemû jinên Kurd lêborînek giştî were xwestin. Ger li vî welatî edalet, qanûn hebe, divê hesasiyeta pêwîst li hember daxuyaniyên weha yên ku jinan û nasnameya gelekî hedef digirin were nîşandan. Mafê kesî tune ye û dê qet nebe ku heqaretê li jinan, nemaze jinên Kurd, bike."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.