Li Amedê zarokekê bi gûman jiyan xwe ji dest da
- 13:53 7 Hezîran 2026
- Rojane
AMED - Menesa Ozel a pênc salî li navçeya Rezanê di bin şert û mercên gumanbar de mirî hat dîtin.
Menesa Ozel ku duh li navçeya Rezan a Amedê winda bûbû, di bin şert û mercên gumanbar de li baxçeyê mala xwe mirî hat dîtin. Piştî agahdarkirina malbatê, tîmên tendirustî û polîs hatin cihê bûyerê.
Tîmên tendirustiyê destnîşan kirin ku Menesa Ozel miriye. Cenazeyê wê ji bo diyarkirina sedema rastîn a mirinê birin Saziya Tiba Edlî.
Piştî otopsiyê, cenazeyê Menesa ozel li goristana taxê hat veşartin.
Lêpirsîn li ser bûyerê hat destpêkirin.







