Komîteya Nivîskarên Jin a PENa Kurd bertek nîşanî gotinên Rahmî Koç da
- 12:41 7 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Nivîskarên Jin a PENa Kurd bertek nîşanî gotinên Rahmî Koç ên zayendperest û nijad perest dan.
Komîteya Nivîskarên Jin a PENa Kurd betek nîşanî gotinên Karsazê Tirk ên zayendperest û nijadperest ku jinên Kurd biçûk dixe da û got, "Rahmî Koç û yên di heman hişmendiyê de ne baş dizanin ku jinên Kurd kedkar û berxwedêrin û xwedî hişmendiyeke birûmet in, mafê tu kesî tune ye ku di bin navê henekan de bi gotinên xwe jinên Kurd biçûk bixe."
Daxuyaniya Komîteya Nivîskarên Jin a PENa Kurd wiha ye: "Weki Komîteya Nivîskarên Jin a PENa Kurd, em gotinên Rahmî Koç ên ku di vekirina nexweşxaneyê de ji bo jina Kurd kirine, wekî heqaret dibînin û bi tundî şermezar dikin.
Rahmî Koç û yên di heman hişmendiyê de ne baş dizanin ku jina Kurd kedkar û berxwedêr û xwedî hişmendiyeke birûmet e, mafê tu kesî tune ye ku di bin navê henekan de bi gotinên xwe jina Kurd biçûk bixe. Ev gotin tenê ne heqaret di heman demê de sûceke li dijî jinê ye.
Qedexekirina zimanê Kurdî û nebûna şertên pêwîst ji bo ku jinên Kurd nikaribin nexweşiya xwe bi zimanê xwe vebêjin, binpêkirina mafên mirovî ye. Gava jina Kurd zimanê we nizane, ew bêaqil nabe.
Jina Kurd xwedî dîrok û mîraseke pênc hezar salî ye. Ji zanîn û nivîsandinê heta avakirina rêgezên civakî, beşdarî pêşketina medeniyetê bûye. Îro jî bi bangewaziya "Jin, Jiyan, Azadî" li cîhanê bûye sembola azadî û berxwedanê.
Divê Rahmî Koç û kesên ku di heman ferasetê de ne wekî nijadperest bên qebûlkirin û bê darizandin. Dubare em feraseta wî û yên li derdora wî sermezar dikin. Serokwezirê berê ye Tirkiyeyê Binali Yildirim ku bi gotinên wî kefxweş dibe!







