'Em li dijî polîtîkayên darvekirinê bêdeng namînin'
- 09:05 5 Hezîran 2026
- Rojane
AMED- Hevşaredara Çinarê Semra Akyuz balkişand ser polîtîkayên darvekirin, asîmîlasyon û polîtîkayên zextê yên li ser gelê Kurd û got divê binpêkirinên mafan ên li Îranê ji nedîtîve neyên dîtin. Semra Akyuz got ji bo jiyanek azad û wekhev divê şert û mercên aştiyê û muzakereyê bên avakirin.
Li Îranê polîtîkayên darvekirinê yên li ser Kurdan her diçin giran dibin. Ev pêkanînên ku gelê Kurd hedef digirın, roj bi roj tên rewakirin û mafê mirovan bi awayekî cidî tê astengkirin.
Hevşaredara Çinarê Semra Akyuz der barê mijarê de axivî.
‘Em li dijî zextan bêdeng namînin’
Semra Akyuz balkişand ser polîtîkayên zext, asîmîlasyon û darvekirinê û wiha pê de çû: “Yek ji pirsgirêka ku gelê Kurd dijî polîtîka bênasnamehiştinê ye. Kurd pir caran di çarçoveya mijara kêmaran de tên destgirtin û pisgsirêka esas nenaskirina nasname û ziman e. Ji bo gel hebûna xwe bidomîne ziman esas e. tunebûna ziman û nasnameyê tê wateya tunebûna mirov. Ji ber vê jî di esasa zextên ku gelê Kurd pê re tên rû hev polîtîkayên asîmîlasyon û bênasnamebûnê ye. Îro ne tenê li Tirkiyeyê li welatên cuda li ser Kurdan zext hene. Bi taybet li Îranê zext binpêkirin didomin. Mijar bi Kurdan sînor nîne. Li ser baweriyên cuda jî binpêkirinên mafan yên cidî hene.”
‘Zextên li ser Kurdan ji nedîtîve hatin’
Semra Akyuz di berdewamiyê de da zanîn ku bi taybet li Îranê zext û binpêkirinên mafan ên li ser gelê Kurd zêde bûne û li dijî vê zilmê bêdengiyek mezin a cîhanê heye. Semra Akyuz got: “Divê li dijî vê zilmê bêdengî tune be. Ji bo çareseriya pirsgisrêkan divê kanalên diyalogê bên vekirin. Bang li gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn, cîhanê dikim. Nebin parçeyê vê bêdengiyê. Zextên li ser Kurdan didomin. Van zextan ji nedîtîve neyên.”
Semra Akyuz her wiha diyar kir ku ev tiştên li herêmê tên jiyîn li dijî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîkin û got ji bo aştiyê divê ji bo aştiyê ewlehiya demokratîk û hiqûqî pêk bê.







