Ji bo zarok û ciwanan şahî hat lidarxistin

  • 19:55 17 Gulan 2026
  • Rojane
AMED - Li Amedê di çarçoveya roja 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de “Şahiya Zarok û Ciwanan” hat lidarxistin. Zarok di atolyeyên werzîş, huner û lîstikan de hatin cem hev û bal kişandin ser girîngiya zimanê dayikê.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de ji bo zarok û ciwanan şahiyeke mezin li dar xist. Şahiya ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman a ser bi Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ve hat organîzekirin, bi piştgiriya daîreyên Xizmetên Civakî, Ciwan û Werzîşê û Xizmetên astengdar û Kalûpîran li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê pêk hat. Gelek zarok û malbatên wan beşdarî şahiyê bûn. Zarokên ku di nav rojê de beşdarî şahiyê bûn, di qadên lîstik û atolyeyên cihêreng de hem demên xweş derbas kirin û hem jî bûn di nav çalakiyan de cih girtin.
 
Zarok di çalakiyên cihêreng de hatin cem hev
 
Li qada şahiyê ji bo zarokan dîwarê hilkişînê yê bofkirî, qaleyên futbolê, potayên basketbolê, trambolîn, tenîsa masê, langirt û qadên muzîkê hatin avakirin. Her wiha atolyeyên hunera ebrûyê, boyaxkirina dar û çêkirina kûpên seramîkê jî rastî eleqeyeke mezin a zarokan hatin. Di çalakiyên ku di nava rojê de berdewam kirin de, zarokan lîstik lîstin, beşdarî çalakiyên werzîşê bûn û di stranên Kurdî gotin.
 
Bal kişandin ser girîngiya zimanê dayikê
 
Li qada şahoyê fîgurên qutiqpîst û dîtbarî yên curbecur ên ku Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin cih girtin. Di domdariya çalakiyê de bal kişandin ser girîngî, parastin û pêşxistina zimanê dayikê. Şahî bi muzîk û lîstikên ku zarokan pê demên xweş derbas kirin, bi dawî bû.