Nûnera Komeleya 78'an: Bila mafê hêviyê pêk bê
- 09:04 17 Gulan 2026
- Rojane
DÎLOK - Nûnera Komeleya 78’an a Dîrokê Atiye Okay da zanîn ku divê dewlet demildest gavê bavêje û pêşiya çûyîn û hatinên li Îmraliyê bên vekirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de banga "Aştî û Civaka Demokratîk" kir û di vê pêvajoyê de Abdullah Ocalan û PKK’ê gelek gav avêtin û bang kirin. Lê delwetê tu gav navêtiye. Rêveberiya Tevgera Apoyî di 5’ê Gulanê de di salvegera feshkirina PKK’ê de daxuyaniyek da û balkişand ser geşedanên siyasî û pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk".
Nûnera Komeleya 78’an a Dîrokê Atiye Okay der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nirxandin kir.
‘Di şer de kes bi ser nakeve’
Atiye Okay balkişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û got hêzên emperyalîst li Rojhilata Navîn bi cih bûne û wiha got: “Tirkiye ji vê ne muafe. Ji bo Tirkiyeyê jî teqez hesabên hêzên emperyalîst hene. Ji bovan hedefên xwe pêk neynin divê em bibin yek. Ji bo vê aştiya welat bi qasî nan û avê pêwiste. Pêvajoya aştiyê hat destpêkirin. Destê aştiyê hat dirêjkirin. Gelê Kurd destê ku hat dirêjkirin girt. Heta dawî jî digire. Tevgera Azadiyê çek şewitand. Ev watedar bû. Di aştiyê de her tim serkeftin heye. Lê di şer de kes bi ser nakeve. Bila ciwan nemirin. Bila girtîgeh tije nebin.”
‘Bila mafê hêviyê pêk bê’
Atiye Okay daxuyakirin ku divê dewlet gavê pêşwist bavêje û balkişand ser zimanê çapemeniyê. Atiye Okay wiha berdewam kir: “Divê bi taybet çapemeniyên alîgir bên hişyarkirin. Aştiya civakî ji ziman destpê dike û di îcratê de didome. Di faliyetê de didome. Mixabin em vê nabînin. Em gelê Kurd dibêjin ku divê demildest qanûn bên derxistin û girtîgeh bên valakirin. Bila mafê hêviyê pêk bê. Bila alî bi awayekî azad muzakereyê bikin.”
‘Ji bo pêşeroja welat em aştiyê bînin’
Atiye Okay destnîşan kir ku divê rojnameger biçin Îmraliyê û wiha dawî lê anî: “Divê saziyên civaka sivîl biçin Îmraliyê. Bi polîtîkayên ewlehiyê Tirkiye pêş nakeve, bi razemeniya ji bo çekan pêş nakeve. Bila qeyûman bikşînin. Gel ji vê neraziye. Ji bo pêşeroja vî welatî em aştiyê bînin. Bijî aştî.”







