SZK’ê bi wesîleya 15’ê Gulanê daxuyaniyek da
- 13:03 13 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Zimanê Kurdî li bajarê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyek cejna zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz kir û bal kişand ku doza neteweya Kurd di qonaxeke nû de ye û daxwaza bi fermî naskirina zimanê Kurdî kir.
Cejna Zimanê Kurdî 15’ê Gulana her sal tê pîrozkirin. Saziya Zimanê Kurdî li bajarê Til Temirê ya bi ser bajarê Hesekê ve, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de bi dehan mamosteyên Kurd û Ereb ku pankartên li ser daxwaza naskirina zimanê Kurdî û girîngiya wê bi Kurdî û Erebî nivîsîbûn, bilind kirin.
Mamoste Hêvîdar Mihemed Elî daxuyaniya bi zimanê Kurdî hatibû nivîsandin, xwend.
Hêvîdar Mihemed got ku perwerdeya bi zimanê dayîkê mafê rewa û bingehîn e.
Hêvîdar Mihemed di daxuyaniyê de wiha bal kişand ser girîngiya 15’ê Gulanê û wiha got: “Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî em vê roja dîrokî li gelê Kurd û hemû mirovahiyê li têkoşer, azadîxwazên doza Kurdistanê ku ji bo vê dozê têkoşiyane, pîroz dikin. Hevdemî van guhertinên ku li herêmê rûdidin û bi saya keda bênavber a şehîd û xebatkarên îro doza neteweya me, ketiye qonaxeke nû. Êdî dem hatiye ku destkeftiyên şoreşa me ya ji bo zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de bê misogerkirin.
Deskeftiyeke pîroz ku em dixwazin mayînde bikin, mafê bikaranîna ziman ê Kurdî ye, ziman nirxekî Kurdan ê herî bilind e divê ku di vê di destûrê de bi fermî bê naskirin. Her wiha pêwist e ji ber salên tunekirin û qedexekirinê ji hemû aliyan ve were pejirandin. Di rewşa dawî ya ku li herêmên me diqewimin de diyar e ku hikûmeta demkî dixwaze ziman û çanda Kurdî tune bike. Mînaka herî mezin û berbiçav ew e ku tabloyên li ser saziyên dadwerî bi zimanê Erebî tên nivîsandin. Wiha dixwazin pêşeroja zimanê me tarî bikin
Di van salên dîrokî û çarenûsî de, em hemû şehîdên doza azadiyê û tevahî xebatkarên zimanê Kurdî bi rêz û kêfxweşî bi bîr tînin. Em weke mamosteyên zimanê Kurdî yên bajarê Til Temirê soza têkoşîna ji bo zimanê Kurdî dubare dikin.
Em bang li civaka xwe dikin ku bi boneya vê roja pîroz, li zimanê Kurdî xwedî derkevin. Bila hemû rojên me rojên zimanî bin, barê zimanê xwe divê em bi hev re hilgirin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Ziman rûmet û nasnameya me ye”, “Zimanê me hebûna me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.







