'Parastina zimanê Kurdî berpirsiyariyeke civakî ye'

  • 10:50 13 Gulan 2026
  • Çand û Huner
MÛŞ - Mamosteya KURÎ-DER'ê Dîlan Sever û welatiya bi navê Sila Ben bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê û gotin: "Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye, di heman demê de rehên gelekî ye. Parastina zimanê Kurdî berpirsiyariyeke civakî ye."
 
Di 15'ê Gulana 1932'yan de li Şama patexta Sûriyê ji aliyê Mîr Celadet Elî Bedirxan ve yekem car Kovara Hawarê tê çapkirin. Derketina kovarê ji bo weşangerî û zimanê Kurdî dibe destpêkek nû. Kovara Hawarê yekemîn car bû ku alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî bi awayekî sîstematîk bi kar anî û belav kir. Hawar bû dibistanek ji bo nivîskar, helbestvan û ronakbirên kurd ên wê demê. Di sala 2006’an de bi biryara platformên kurdî û saziyên ziman, roja 15’ê Gulanê wekî "Cejna Zimanê Kurdî" hat qebûlkirin. Ji wê rojê heta îro li her çar aliyên Kurdistanê û li diyasporayê bi şahî û çalakiyên curbecur tê pîrozkirin.
Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 15'ê Gulanê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dirûşmeya “Statuya Kurdî-Perwerdehiya bi Kurdî” çalakî li dar dixin. 
 
Dîlan Sever di Komeleya Peşvebirin û Lêkolîna Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) a Mûşê de mamostetî dike ji ajansa me re axivî û bal kişand ser girîngiya ziman. Her wiha welatiyê bi navê Sila Ben jî bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê. 
 
Polîtîkayên asîmîlasyonê
 
Mamoste Dîlan Sever, diyar kir ku ziman bingeha hebûna mirovan e û got: "Polîtîkayên asîmîlasyon, înkar û qedexekirinê li dijî zimanê Kurdî têne meşandin. Ji ber vê yekê, divê zimanê Kurdî bêtir were axaftin. Fêrbûna ziman di temenê biçûk de di malbatê de dest pê dike û dû re jî di civakê de tê entegrekirin. Zarokên xwe bi ziman, çand û hunerê perwerde bikin. Qedexekirin, asîmîlasyon û înkarkirina Kurdî zihniyeta pergalê ye. Ji ber vê yekê, divê em li ser zimanê xwe yê dayikê bisekinin. Ger jin malbat û civakê azad bikin, barê herî mezin li vir jî dikeve ser milê jinan. Dayik ziman û adetên çandî di malbatê de diçînin. Divê em çand, ziman û hunera xwe zindî bihêlin. Em nikarin zimanê xwe bi azadî fêr bibin. Ji ber zext û polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku ji hêla pergalê ve têne ferzkirin, em nikarin perwerdehiyê an qursên vekirî peyda bikin. Ger em têkoşîn û berxwedana xwe ji bo zimanê xwe nîşan bidin, em dikarin bi azadî biaxivin." 
 
'Divê zarok bi zimanê dayikê perwerde bibin' 
 
Dîlan Sever, diyar kir ku divê zimanê Kurdî di nav sîstema giştî û fermî de were entegrekirin û tekez kir ku divê zimanê Kurdî li her qadê were axaftin. Wê got ku gelê Kurd nikare bi zimanê xwe yê dayikê biaxive û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Sîstem dibêje, 'Ez zimanê te qebûl dikim', lê ew tiştekî nake ku piştgiriyê bide wê. Em vê yekê qebûl nakin. Perwerdehiya fermî pêwîst e, ji dibistanan dest pê bike. Divê hemû ziman li nexweşxane, dibistan û li her derê bi fermî werin axaftin. Zimanê me yê dayikê li tu derê fermî nîne û em dixwazin vê yekê derbas bikin. Em dixwazin ku zarokên me bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibînin. Em dixwazin ku dayik, zarok, kal û pîr û ciwanên me bikaribin di her qadê de xwe bi awayekî azad îfade bikin. Em naxwazin ku kes di bin tirs û zilmê de bi zimanê xwe yê dayikê biaxive. Dayikên me bi Tirkî nizanin, lê gava diçin nexweşxaneyê, nikarin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin, nikarin xwe îfade bikin û ji çûna wir jî ditirsin. Em dixwazin ku ev hemû bi dawî bibin. Em dixwazin ku zimanê me, mîna her zimanekî din, di her qadê de were axaftin."
 
'Parastina zimanê kurdî berpirsiyariyeke civakî ye'
 
Dîlan Sever, diyar kir ku divê zimanê Kurdî li her qadê were axaftin da ku pêşî li windabûnê bigire û tekez kir ku ziman hebûna mirov temsîl dike. Dîlan Sever, banga parastina zimanê Kurdî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Werin em zimanê xwe di nav xwe de zindî bihêlin. Bila Kurd zimanê xwe biparêzin. Bila 15'ê Gulanê ji bo belavbûna zimanê Kurdî bibe fersendek. Stranan bibêjin, biaxivin, wê zindî bihêlin û bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibin. Ziman rûmet û hebûna mirovekî ye. Hebûna xwe wêran nekin. Bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Bi Kurdî şa bibin, xemgîn bibin, binêrin, bifikirin û bijîn. Parastina zimanê Kurdî berpirsiyariyeke civakî ye."
 
'Li gund hejmara ciwanan êdî pir kêm e'
 
Sila Ben, ji gundê Gireboa ya Gimgima Mûşê ye, diyar kir ku ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên ji hêla pergalê ve hatine afirandin ciwan piranî ji gund diçin û wiha bi lêv kir: "Ez li vir ji dayik bûm û mezin bûm. Ez 20 salî me. Nifûsa gundê me pir e. Lê her ku diçe hejmara ciwanan kêm dibe. Ciwanên me neçar mane ku koç bikin. Li gund welatî bi sewalkariyê debara xwe dikin. Lê ji bo ciwanan derfetên kar an jî derfetên xebatê tune ne. Ligel her cure zehmetiyên jiyanê û polîtîkayên asîmîlasyonê em hewl didin ku çanda xwe berdewam bikin. 
 
'Ger îro em neaxifin dê sibê winda bibe'
 
Sila Ben, diyar kir ku ew hewl didin zimanê xwe yê dayikê tevî polîtîkayên asîmîlasyonê jî zindî bihêlin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji aliyekî ve zimanê me asîmîle bûye. Wekî kesên ku li gundan dijîn, divê em Kirmackiyê bi awayê wê yê herî paqij biaxivin. Gelê me tevî asîmîlasyonê zimanê xwe ji bîr nekiriye. Em di her fersendê de dibêjin ku divê em zimanê xwe ji bîr nekin. Ez dixwazim zimanê xwe yê dayikê bi awayê wê yê herî paqij biaxivim. Mixabin, pergal dixwaze zimanê me asîmîle bike. Ji ber vê yekê ciwan bi tevahî di vî zimanî de pispor nînin. Ez jî yek ji wan im. Lê ez hewl didim ku bi qasî ku ji destê min tê biaxivim û zimanê xwe zindî bihêlim. Ev pêvajoyek e. Ger em îro pê neaxivin, ew ê sibê winda bibe. Ev ji bo her zimanî rast e. Divê em zimanê xwe fêr bibin. Em dibêjin, 'Yek ziman, yek mirov.' Em vî zimanî di zarokatiyê de fêr dibin. Ez naxwazim ku kes zimanê xwe yê dayikê winda bike."