Di doza Fatma Elîf Kutlu de li gumanbar cezayê muebetê hat birîn
- 18:03 12 Gulan 2026
- Hiqûq
BURSA - Di doza der barê qetilkirina Fatma Elîf Kutlu de, li gumanbar Harun Kurt ji sûcê ‘ji qestî jin qetilkirin’ cezayê muebeta giran hat birîn.
Li navçeya Yildirim a Bursayê sla borî gumanbar Harun Kurt jina bi navê Fatma Elîf Kutlu qetil kir. Runiştina biryarê ya dozê hat dîtin. Doz li 9’emîn Dadgeha Ceza Giran a Bursayê hat dîtin. Gumanbar Harun Kurt, malbata Fatma Elîf Kutlu, wekîlê wezareta malbat û xizmetên civakî û parêzerên aliyan tevli bûn.
Gumanbar bi hincetên tên zanîn hewl da xwe biparêze.
Heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û li gumanbar Harun Kurt ji sûcê ‘ji qestî jin qetilkirin’ cezayê muebeta giran birî.Her wiha ji ber çeka bê ruhsat û jî 3 sal û 30 hezar pere ceza hat birîn.







