Fransa, Spanya û Kanadayê daxwaza tehliyeya Nergîz Muhammedî kirin

  • 15:04 9 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku Fransa, Spanya û Kanadayê daxwaz kirine kirine ku Nergîz Muhammedî tavilê were tedawîkirin û were berdan.
 
Platforma Azadî Ji bo Nergîz Muhammediyê derbarê helwesta welatan a têkildarî rewşa girtiya siyasî û xelatgira Xelata Aşitiyê ya Nobelê ya sala 2023’yan Nergîz Muhammedî de daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Wezareta Karên Derve ya Spanyayê balyozê Îranê vexwendiye li ba xwe, fikarên welatê xwe yên têkildarî jiyana Nergîz Muhammediyê anîne ziman û daxwaza berdana wê kiriye.
 
Hate destnîşankirin ku hikûmeta Fransayê jî aniye ziman ku Îran berpirsê jiyana Nergîz Muhammediyê ye û daxwaz kiriye ku tavilê hemû tedbîrên têkildarî tenduristiya wê werin standin.
 
Her wiha platformê da zanîn ku Wezîrê Karên Derve yê Kanadayê Anita Anand jî têkildarî tenduristiya Nergîz Muhammediyê hişyarî daye..  
 
Girtiya siyasî û xelatgira Xelata Aşitiyê ya Nobelê ya sala 2023’yan Nergîz Muhammedî, di 1’ê Gulanê de li Girtîgeha Zencan a lê tê ragirtin krîza dil derbas kir. Piştre malbata wê daxuyaniyek da û da zanîn ku rewşa wê nebaş e.