Ronahî û Bêrîvan hatin bibîranîn

  • 21:36 22 Adar 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Ronahî (Bedriye Taş) û Bêrîvan (Nilgun Yildirimm) ên ku di Newroza 1994’an a Mannheimê de li dijî tundî, girtin û polîtîkayên dewleta Almanyayê bedena xwe kiribûn Newroz, li cihê ku çalakiya xwe lê pêk anîbûn hatin bibîranîn.
 
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê, bi organîzasyona Meclîsa Gel a Kurd û Meclîsa Jinan a Ronahî-Bêrîvan, ji bo bîranîna Ronahî (Bedriye Taş) û Bêrîvan (Nilgul Yildirim) ên ku di 22’yê Adara 1994’an de ji bo protestokirina polîtîkayên qedexe, zext, girtin û tundiyê yên Almanyayê yên li ser gelê Kurd bedena xwe dabûn ber agir çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.
 
Di çarçoveya çalakiyê de Kurdistanî berbi qeraxa Çemê Neckarê ve meşeke kurt pêk anîn. Di dema meşê de dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
 
Piştî meşê, li cihê ku Berîvan û Ronahî jiyana xwe ji dest dabûn bernameya bîranînê hat lidarxistin. Ji aliyê xizmên Ronahî ve çelenk danîn qadê, beşdaran jî bi kulîlkan rêz girtin.
 
Di bernameyê de di şexsê Ronahî û Bêrîvan deqeyek rêz hat girtin. Piştre siyasetmedar Besime Konca axaftinek kir. Besime Konca di axaftina xwe de diyar kir ku Ronahî û Bêrîvan mînakeke mezin a wêrekî û biryardariyê nîşan dane û destnîşan kir ku gelê Kurd di têkoşîna azadiyê ya bi dehan salan de berdêlên giran daye.
 
Di axaftinê de hat destnîşankirin ku Ronahî û Bêrîvan ji ber nasnameyên xwe yên jin, Elewî û Kurd rûbirûyê polîtîkayên zext û înkarê yên piralî mane, lewma çalakiya wan bûye yek ji sembolên berxwedanê.