Di dosya Rojîn Kabaîş de daxwaza nû

  • 09:05 14 Adar 2026
  • Hiqûq
Rozerîn Gultekîn
 
WAN - Parêzer Fatma Ulgen geşdanên dosya Rojîn Kabaîş nirxandin û got: “Lêkolîna der barê DNA’yên aydê 2 hezar û 500 kesî didomin. Di hevdîtina bi dozgeriyê re hat kirin de me daxwaz kir ku telefonê bişînin fîrmaya hilberîner.”
 
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ya 21 salî ku 27’ê Îlona 2024’an ji wargehê derket û carek din venegeriya 18 roj şûnde di 15’ê Cotmehê de cenazeyê wê li Peravê Molakasim hat dîtin. Tevî salek zêde di ser bûyerê re derbas bû hîna bûyer nehatiye ronîkirin. Piştî cenaze hat dîtin di rapora ji ATK’a Stenbolê hat de hat gotin ‘daneyê destdirêjiyê nehatine dîtin’ û salek şûnde di 10’ê Cotmehê de ji heman saziyê rapor hat û got li ser bedena Rojînê DNA’ya aydê du mêran hatiye dîtin. Lê nehat aşkerakirin ku ev DNA aydê kê ne. Di dosyayê de geşedana nû jî rapora der barê telefona ku ji bo lêkolînê şandibûn Ispanyayê de pêk nehatin. Di raporê de hat gotin ku şîfre nehatiye vekirin û ji ber vê xwe negîhandine alavê.
 
Parêzera dosyaya Rojîn Kabaîş Fatma Ulgen der barê lêpirsînê de axivî.
 
‘Pêkanîneke telefonê vebike tune ye?’
 
Fatma Ulgen da zanîn ku ji bo şîfreya telefonê bê vekirin û dane bên lêkolînkirin demek dirêje hewl didin lê hîna gavek nehatiye avêtin û wiha got: “Gotin daneyên telefonê nehatine lêkolînkirin û şîfre nehatiye şikandin. Li ser vê me daxwaz kir ku alternatîfên din pêk bên. Tevî vê slek şûnde telefon şandin Ispanyayê. Rapor hat. Di raporê de hat gotin ku şîfreya telefonê nehatiye şikandin ji ber vê dane nehatine lêkolînkirin. Hat gotin ku li Tirkiyeyê şîfre bê şikandin wê zirarê bide daneyan. Em dibînin li Ispanyayê jî şîfre nehatiye şikandin. Tevî evqas dem tu pêşketin tune ye. Dane nehatine lêkolînkirin. Gelo pêkanîneke ku vê telefonê vebike tune ye.”
 
‘2 hezar û 500 DNA tên lêkolînkirin’
 
Fatma Ulgen daxuyakirin yek ji aliyê girîng yê lêpirsînê pêvajoya tespîtkirina DNA’yan e û wih adaxuyand: “Du DNA’yên cuda li ser bedena Rojînê hatin dîtin. Di vê astê de der barê DNA’yê aydê 150 kesî de lêkolîn temam bûn. Der barê DNA’yê aydê hezar û 500 kesî de jî lêkolîn didome. Hîna biryara sînorkirinê li ser dosyayê heye.Daxwazên parêzer û malbatan dereng bên bersivandin. Her delîl û lêkolîna bikeve dosyayê girînge. Vê astê de li ser dosya Rojînê îdia û gman hene. Ji ber vê divê her delîl bi baldarî bên lêkolînkirin.”
 
Fatma Ulgen destnîşan kir ku têkoşîna rayagiştî di alî lêpirsînê de gelek girînge û wiha vegot: “Têkoşîna bavê Rojînê, piştgiriya rayagiştî, piştevaniya hatiye nîşandan zextên mezin li ser dozgeriyê kir.Dema Rojîn winda bû, em çû zanîngehê me dît ku xebat li qadek teng tê meşandin. Lê jib er zexta rayagiştî, daxuyaniyan, faliyetên xebatê hatin zêdekirin. Bi piştgiriya rayagiştî dozgerekî duyemî tayînê dosyayê bû.”
 
Daxwaza nû
 
Fatma Ulgen di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku bi malbatê re çûne bi dozgeriyê re hevîtin kirine û daxwazên xwe anîne ziman û wiha dawî lê anî: “Me got telefonê bişînin fîrmaya hilberîner. Der barê DNA’yan de daxwaza me heye. Emê têkoşîna xwe bidomînin.”