Qutbûn

  • 09:04 20 Adar 2026
  • Jineolojî
"Abdullah Ocalan bi parastina gelê Kurd û jinan wan tenê ji qirkirinê an jî qurbanîbûnê xilas nake, heman demê de datîne holê ku çarçoveya stratejiyê de dikare polîtîkayan biafirîne. Baş nefêmkirinê û êrîşên pergalê tên fêmkirin. Ev di alî tevgera azadiya Kurd de ji roja ewil de wisa bû. Garantiya serkeftinê fêmkirin û belavkirine."
 
Havîn Guneşer
 
Di şerên êrîşên global yên li hember têkoşîna azadiya gelê Kurd û meşandina konsepta îmhayê de komploya navneteweyî pêk hat. Abdullah Ocalan di parastina Atînayê de lîstikên komployê vedibêje. Di bin êrîşkeke wisa mezin de lêgerîna jiyana azad û çareseriyê ya bi rêbazên taybet û bepirsyariyek mezin ya mînaka wê tuneye nîşan da.
 
Li aliyê din komployê demokrasiya Ewropayê û hiqûqa wê  nîşan da. Van tecrubeyan, ew piştî Parastina Gelekî şûnde ber bi ji paradîgmaya şarstaniyê heta qûtbûnê û kûrkirina lêgerînê ve bir.
 
Ji beriya 1999’î cudatir qûtbûn ne tenê ji serdema modernîst yanî kapîtalîst, ji şaristaniya çînî ya dewletê qûtbûne. Têgeha qûtbûnê di vî alî de kûr bûye.  Bi vê qûtbûnê re daketiye koka pirsgirêkê. Ne tenê çareserkirina pirsgirêka Kurd, neçareserkirina azadiya jinê, çînî û hemû pirsgirêkên civakî de, hatiye diyarkirin ku  ji bo çareseriya pirsgirêkan nêzîkatiyên teorîk û pratîk nehatiye nîşandan. Di biserneketina fikra Marksîst de, hat diyarkirin  têkçûna reel sosyalîzmê heye û têkçûna analîza netew-dewletê heye. Rast fêmkirina rexneyan û dema mirov dakevin koka pirsgirêkan, çareserî jî pêkan hatiye dîtin. Di nirxandinên 2010’an de wiha dibêje: “Ez pergala hêz, federal an jî konfederala klasîk pêşniyar nakim. Ya ez pêşniyar dikim anîna gel hev a yekparêzî û gerduniye. Em dikarin ji vê re bêjin komunalîteya demokratîk. Li gor vê ferasetê em dikarin têgehên welatê demokratîk, netewa demokratîk bikar bînin.”
 
Fîlozofekî li dijî pergalê
 
Îşkenceya tecrîda giran  ne encama xetereyeke fîzîkî ya ku Abdullah Ocalan wek kes biafirîne ye. Ev ji bo rêber û fîlozofekî ku alternatîf danî holê, neyê dîtin hat kirin.
 
Davîd Graeber ku îlona 2020’an de jiyana xwe ji dest da, di nivîsek xwe ya lêgerîna heqîqetê ya Ocalan vedigot, ev tişt dianî ziman: “Di 50 salên dawî de teorîsyenekî din ku îlhamê bide mîlyonan nayê dîtin.” (Diyalogên avakirina jiyana azad)
 
Abdullah Ocalan bi parastina gelê Kurd û jinan wan tenê ji qirkirinê an jî qurbanîbûnê xilas nake, heman demê de datîne holê ku çarçoveya stratejiyê de dikare polîtîkayan biafirîne. Baş nefêmkirinê û êrîşên pergalê tên fêmkirin. Ev di alî tevgera azadiya Kurd de ji roja ewil de wisa bû. Garantiya serkeftinê fêmkirin û belavkirine.
 
Wek gelên din dixwazin Kurdan jî ji vîsyon û pêşengiya xweser bêpar bihêlin. Lê hêza fêmkirin û çareseriyê ya Abdullah Ocalan nexşerêya ji vê dorpêçê derxistiye holê. Antonîof Negrî ku hinek cîldên Manîfestoyê xwend, diyar dike ku Abdullah Ocalan kesekî efsaneyiye û kevirên avakirina siyasî ya cîhanek nû afirandiye. (Diyalogên avakirina jiyana azad)
 
Abdullah Ocalan navbera dewlet û demokrasiyê û dewlet û civakê de cudahiyê dike. Abdullah Ocalan girêdayê xweza, mêr û civakê, azadiya jinê derdixe pêş. Abdullah Ocalan tenê piştgirî nedaye rexneya modernîteya kapîtalîst û Marksîst-Nînîzmê, heman demê de , pirsgirêka divê civakeke sosyalîst a rêxistinkirî çawa be jî girtiye dest. Abdullah Ocalan wek Gramcsî, li dijî nirxandina aborî ya Marksîzm rexne kiriye; ji ber vê daikeve kokên aboriyê û divê çawa ji destê dewlet û kapîtalîzmê bê girtin disekine. Abdullah Ocalan têkoşîn û jiyana jin, gelan, çand, baweriyan wek modernîteya demokratîk bin av kiriye. Zanistên civakê wek ‘Sosyololjiya azadiyê’ binavkiriye. ‘Konfederalîzma demokratîk’ û ‘Xweseriya demorkatîk’ pêş xistiye. Di hîmê vê de jî têkoşîna sosyalîzma demokratîkyekitiya yekîneyên komunal esas digire.
 
Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd îro di esasa modernîteya demokratîk û konferderalîzma demokratîk a Rojhilata Navîn de, ji hatina gel hev re pêşengiyê dike.
 
Azadiya jinê û civaka ahlaqî-polîtîk
 
Ev lêpirsîn bêguman ne nû bû. Berê jî sosyalîzm û xitimînên di têkoşîna azadiya Kurd de analîz dikir, dinirxand. Di 1999’an de pişt hat revandin, 10 salan xwend, nivîsî û çareser kir. 13 heb li girava Îmraliyê bi tevahî ji 60’î zêdetir pirtûk, yanî xebatek mezin meşand. Kokên qutbûna mezin xurt kir. Wek yenîneya esas a analîza xwe ‘Civaka ahlaqî û polîtîk’ derxist holê. Ev bi azadiya jinê re, têgeha herî navendî ya fikra Abdullah Ocalan e.
 
Ji civaka polîtîk û ahlaqî ku bi pêşengiya jinan derket holê, dûrketin, esasa paradîgma nû ya Abdullah Ocalan e. Ji bo pêkhatina vê dûrketinê, divê jinên pêşengên civakê di plana dawî de bihata hiştin, nebaş bihata nîşandan û binpêkirin di zîhnan de bihata rewakirin. Binpêkirina mêr hem zêde dibe hem jî tê veşartin. Mêr dibe hêza faşîzm û nîjadperestiyê ya bilind dibe.
 
Hewldanên teorîk û pratîk yên Abdullah Ocalan ên di vê mijarê de ne tenê ji bo jinan ji bo hemû civakê ye. Her tim got jiyan bi vî awayî wê ji bo mêr watedar û xweş be. Derxisti holê ku azadiya jinê ne seknek dij-mêr e û got pirsgirêk ji fikr û çalakiyên zayend perest yên ji welîdînê tên ferzkirin pêk tê.
 
Baviksalarî bi zimanekî hîn baştir tê fêmkirin daxuyand, derxist holê ku ev pergal tê wateya serdestiya mêr û wek zayendperestiya mayîndebûyî xwe bikar tîne. Riya herî girîng a bidawîkirina vê pergalê jî, divê zayendperstî bê lêpirsînkirin û ji zîhniyet û dil bên derxistin û avêtin.
 
Abdullah Ocalan ji bo vê zîhniyetê deşîfre bike bi salane hewldanek mezin dide. Ji ber mijara heqîqet çiye ewil di vir de pêk hat. Pirsên wekê ‘Têkiliya kes a bi xweza, têkiliya jinê ya bi mere, ya bi xwezayê re çawa hat windakirin? Em ê jiyanek azad û azadiyê ku hatiye windakirin çawa ava bikin? Dikarin bên rêzkirin.
 
Koletiya jinê, tevahî û koma teşeyên hemû koletiyan e. Bi gotina Abdullah Ocalan ev rewşa ku hatiye nokteya qirkirina civakê ye. Ji bo çareserkirina hemû binpekirin û koletiya jinê divê mekanîzmaya bên avakirin. Ger ku ev ji rêderketin û durketin neyên rastkirin û di esasa rast de  berbi civakek demokratîk neyê çûyî sosyalîzma demokratîk û lêgerîna jiyana azad jî pêk nayê.
 
Nîşe: Berdema nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Sosyalîzm û kuştina mêr’ wê bê weşandin.
 
Ev nivîs ji hejmara 35’an a mijara dosya ‘Sosyalîmza civaka demokratîk’ a Kovara Jineolojiyê hatiye girtin.