KCDP: 23 Jin Hatin Kuştin û 29 jinan jî bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 12:57 6 Adar 2026
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN - KCDP'ê rapora xwe ya meha Sibatê parve kir û ragihand ku 23 jin hatine kuştin û 29 jinan jî di bin şertên gûmanbar de jiyana xwe ji dest dane.
 
Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha Sibatê bi raya giştî re parve kir. Di raporê de tê gotin ku 23 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 29 jinan jî di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane.
 
Rapor destnîşan dike ko drf, 61'ê jinên ku hatine kuştin li malên xwe hatine kuştin û ji drfî 65 jî bi çekên agirîn hatine kuştin. Di raporê de tê destnîşankirin ku 29 jinên ku di heman mehê de di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de tê eşkerkirin ku kuştina van jinên bi gûman yan wekî "qeza" yan jî wekî întîhar derbasî qeydan bûye.