Li Erîvanê Newroz hat pîrozkirin
- 21:38 22 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Di pîrozbahiya Newrozê ya li paytexta Erîvan a Ermenîstanê banga xurtkirina yekîtiya gel û têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan hate kirin.
Li paytexta Ermenîstan Erîvanê li Mala Çandê ya Tev Çandê ya li herêma Proşyanê Newroz hat pîrozkirin.
Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinên piştî wê de hate destnîşankirin ku Newroz ji bo gelê Kurd roja berxwedan, serhildan û azadiyê ye.
Parlementer Kinyas Hesenov, Hevserokê Komîteya Kurdistan Silo Dirboyan û endama Yekîtiya Jinên Azad Seyran Celand jî axivîn û diyarkirin ku divê Newroz bibe roja ku yekîtiya gel û têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were xurtkirin.
Peyama pîrozbahiyê ya Hevserokê Ermenîstanê Nikol Paşinyan jî hate xwendin. Pîrozbahî ku bi tevlîbûna Kurdên ji Elegez, Armavir û Erîvanê pêk hat, bi stranên hunermend Gulê Bejnê, Zagros Rojhilat, Medya Şemoyan û koma Bihar bi govendê dewam kir.







